Partiyên Kurd: Em mecbûr in bibin bersîva gelê xwe

  • rojane
  • 13:29 7 Kanûn 2019
  • |
img

AMED – Nûnerên partiyên kurd ên li Amedê kom bûn û di bin navê “Xebata Tifaqa Kurdistanî” biryara birêvebirina xebetan dan diyarkirin ku ji bo ku sedsaleke din winda nekin divê yekitiya xwe pêk bînin. Nûneran destnîşan kirin ku ew mecbûrin bibin bersiva daxwaza gelê xwe. 

Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokrat a Kurd (PDK-Bakur), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Tevgera Azadî, Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) di 5'ê Kanûnê de civîna “Yekîtiya Neteweyî” li dar xistibûn. Nûnerên partiyan di 6'ê kanûnê de encamnameya civînê bi deklarasyonekê ji raya giştî re eşkere kirin. Serokê Partiya Însan û Azadî Mehmet Kamaç, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Serokê Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek têkildarî civînê ji Ajansa me ya Mezopotamyayê re axivîn.
 
‘EM MECBÛRIN KU BANGAWAZIYA GELÊ XWE BI CIH BÎNIN’
 
Serokê Partiya Însan û Azadî Mehmet Kamaç diyar kir ku kurd di demeke dîrokî re derbas dibin û wiha got: “Di dîrokê de wateya Lozanê ji bo Kurda mezin e. Meşa ku li Lozanê dest pê kir û bangawaziya gelê me ya ser siyaseta Kurd ku yekitiya xwe ava bike ye. Bangawaziyeke dîrokî ye. Ev rewş ser me misyoneke dîrokî ava dike. Em mecbûrin ku bangawaziya gelê xwe bicih bînin.” Kamaç, da zanîn ku li her çar perçeyê Kurdistanê zext û zorên mezin hene û wiha berdewam kir: “Pewiste ku em bibin yek û em li hemberê vê bisekinin. Ji ber ve yekê jî li her çar parçeyê Kurdistanê duh li Bakûr jî civînek li ser vê meseleyê hat li darxistin û me bi navê gelê xwe li masê civîyan. Ew mase ya gelê kurd Kurdistanê bû. Yên ku li ser ve meseleyê û daxwaza gelê me guhdar bibin em dixwazin ew jî werin li dora vê maseyê cihê xwe bigrin.”
 
‘KURD DI QONAXEKE NÛ DE DERBAS DIBIN’
 
Kamaç, anî ziman ku di sedsala 21'emîn de Kurd di qonaxeke nû de ne û got: “Di vê qonaxê de Kurd heke bixwazin yekitiya xwe ava bikin û derbas bibin gereke pêwistiyên vê qonaxê pêk bînin. Herkesek ferqa vê qonaxê ye de ku Kurd dizanin gereke vê sedsalê berze nekin. Gereke vê qonaxê bi awayekî serfirazî ser bêxin.”
 
‘JI HEV BELAVBÛYÎN NAYÊ PEJIRANDIN’
 
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş jî, diyar kir ku di sedsala 21'emîn de ji hev belavbûyîna Kurda nayê pêjirandin û wiha got: “Ji bo neteweya Kurdan gereke hevkariyek di asta netewî de ava bibe. Ev nebe nabe. Ji bo bê kirin jî çi çalakiyên demokratîk, aşitî û rewa li ku dibin bila bibin em piştgiriya wan dikin.”
 
‘HEVKARÎ DIVÊ LI HER PERÇEYÎ BÊ AVAKIRIN’
 
Kardaş, destnîşan kir ku ji bo ku yekitî pêk were bar dikeve ser stuyê her siyasetvan, rêxistin, partî û rewşenbîrên kurdan hemiyan û wiha domand: “Gelê Kurd li benda yekîtiyê ye. Divê hevkariya yekitiya netewî li her çar perçeyê Kurdistanê bê avakirin. Divê Kurdên li Qafkasya, li Azerbaycan, li Kurdistana sor jî tevlî vê hevkariyê bibin li gorî herême were ava kirin. Hemû wê pê kêfxweş bibin. Ev pêwiste ku were kirin ji derveyî vê çareya wê tune.”
 
‘EV SEDSAL JI BO KURDAN DÎROK E' 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî, bal kişand ser dîroka perçekirirna Kurdistanê û wiha axivî: “Vê sedsalê fersendek ji gelê kurd re derxistiye holê di her çar perçeyê de. Gel ji me dixwaze ku em vê firsenda dîrokî ji dest bernedin. Weke 200-300 sal din bi destê xwe paşve nexînin. Ji ber wê yekê jî berpirsyartiyeke mezin ketiye ser milê rêxistin, sazî, partiyên me. Li ser vê çarçoveyê gav avêtineke piratîk jî pewist e.” Bayindir, da zanîn ku li Cenevreyê bi navê ‘Yekitiya Netewî’ meşek hat li dar xistin û civîna wan jî bi biryarnameyê hat eşkere kirin û wiha berdewam kir: “Li kêleka me li Rojava niqaşên wisa yên gavavêtinê bi ruhê netewî heye. Li Başûr, li Rojhilat jî heye. Bi rastî di nava civakê û di nava me de jî heviyek û hestiyariyek derdikeve. Daxwaza gelê me jî ewe. Heta ruh di canê me de hebe em ê daxwaza gele kurd û Kurdistanê birêve bibin bimeşînin.”
 
‘EV HEVKARÎ HÊZEKE PIR MEZIN DIDE MIROV’
 
Bayindir, bi lêv kir ku encamnameya ji civîna wan derketî pêngaveke destpêkê ye ji bo Bakûrê Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzek moralek pir mezin jî dide mirov. Bi rastî jî baweriya me ewe jî wek ku di daxuyaniya me de jî hat diyar kirin komxebatek wê pêşerojê de were amade kirin. Di vê kom xebata xwe de çarçoveya bingeha gelê kurd û kurdistan, çarçoveyeke erênî dê wir de derkeve. Hêzeke pir xurt e baweriya me ewe em ê weke sazî, partiyên kurd û kurdistanî ji gelê xwe re heya ji destê me were em ê bibin bersiv.”
 
‘GAVEKE BICÛK LÊ GIRÎNG E’
 
Serokê Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek, diyar kir ku banga gel a ser yekitiya netewî di cih de ye û wiha got: “Tu herî li ku derê mikrofon dirêjî gel bikî  wê bêjin ‘partî û siyasermedarên me kurda îro roja yekitiyê ye bibin yek.’ Banga me jî ji gel re eve heke partiyên me di riya yekitiya neteweyî de şaşiyekê bikin bila bandorekê li ser bikin.” Çîftyurek, da zanîn ku bi civînê gaveke dîrokî avêtine û wiha domand: “Ew gaveke bicûk e lê girîng e. Em bawer û biryarin ku wê gavê gav bi gav mezin bikin. Em weke gelê me dibê ‘hêdî bajôn lê kûr bajon.’ Em ê hêdî bajon vê şitla xwe ya bicûk hêdî hedî mezin bikin.”
 
‘DERIYÊ ME JI HER KESÊ RE VEKIRÎ YE’
 
Çîftyurek, destnîşan kir ku partiyên ji derveyî wan re jî derî vekiri ye û wiha berdewam kir: “Em naxwazin wek îttîfaka kurdî li ser çapemeniyê hev dû rexne bikin rexne meseleyên me yên hundirin. Em dixwazin îtîfaka netewî gav bi gav pêk bînin. Rast e gelê me rewşenbîrên me hunermendên me bang dikin. Heke kurd bibin yek û yekitiyê pêk bînin bawerin gelê cîhanê rêveberên cîhanê dewletên cîhanê herî zêde wê piştgiriya kurdan bikin. Heke îro em nebin yek em ê çi wextê bibin yek herçar perçeyên me yên Kurdistan di bin bandoreke mezin dane. Rewşa Rojava her roj giran dibe Başûr rewşa wê giran dibe. Duh li ser Kerkukê çi qewimî îro li ser Rojava ew di qewime. Ji îro pê da gereke em bi çavê partiyan di vê meseleyê nenêrin em bi çavê gel binerin. Bi çavê Kurdistanê binerin ku yekitiya netewî pêk bînin.”
 
MA / Mehmet Şah Oruç - Fahrettin Kılıç
 

Sernavên din

09/12/2019
09:02 Fîncanci: Polîtîkaya bêcezahiştinê îşkenceyê zêde dike
09:02 Girtiyê ku ji sedî 60 çavên wî nabînin nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2019'AN
08/12/2019
20:00 Kedkaran ji Bakirkoyê bang kirin: Ew mistek in em milyon in
19:30 62 malbat ji Kampa Holê şandin Dêrazorê
19:12 Dixwazin bi zorê cenazeyê Kaya îşev defin bikin
17:14 Li Alanyayê ji kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin berdan
17:13 Jinên HDP’î li Colemêrgê civiyan
16:56 TTB’ê bertek nîşanî sînordarkirina destûra xebatkarên tundirustiyê yên li ser xeta sînor da
16:51 Koç: Li gund kijan rastiyê ji me vedişêrin?
16:15 Bi hezaran ji Bakirkoyê bang kirin: Em jiyaneke mirovanê dixwazin
15:28 OHD: Kesên hatin binçavkirin rastî îşkencê hatin
15:11 Dr. Denîz Nalbantoglu: Şertên kar bi temamî li gorî mêr tê dîzaynkirin
14:23 Rêxistina HDP’ê ya Hatayê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:22 NY: Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê zarok kuştin
13:55 Qeyûm tayînî hemû şaredariyên HDP'ê yên Wanê kirin
13:28 Zilamê ku li Farqînê tacîzî zarokekê kir hat binçavkirin
13:20 Mirinek bi guman a jinekê
12:43 2 dosyayên Aykol jê ceza xwarine şandin dadgeha bilind
12:07 Eskeran bi ser gelek gundên Amedê de girtin: Herî kêm 13 kes binçav kirin
11:53 Songula 12 salî ya wesayîta lê xist, jiyana xwe ji dest da
11:40 Ciwanê ku bi hevala xwe re rastî gefan hat serî li ÎHD'ê da
11:10 Xelîl Xemgîn: Lîstik bi ‘yekitiyê’ pûç dibin
Rotînda: Em ji Qamişlo heya Hewlerê bimeşin
10:17 Encu: Berpirsê komkujiya Til Rifatê û Roboskî yek in
10:16 Zorê li dayika ku zarokên wê rastî îstîsmarê hatin dikin ku dest ji doza xwe berde
09:32 Wesayîtên bê plake HDP'iyan dişopînin
09:14 Azad Bariş: Li hemberî polîtîkayên çewisîner pêdivî bi qadên berxwedanê heye
09:09 'Serevanî ji bo betalan alternatîfek e '
09:06 Di sir û seqema Erziromê de karê înşeatê dikin
Qrîza aborî heye, kar tune ye
09:04 Yolerî: Mafên herî sereke tên binpêkirin
09:02 Şaredariyên HDP'î ji GABB'ê vekişiyan
09:01 Bi beramberiya karê li diyanetê sîxurtî lê ferz kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2019'AN
08:28 Endamên HDP'ê yên Panosê hatin girtin
07/12/2019
17:43 ‘Dermankirina girtiyên nexweş asteng dikin'
16:56 Eskeran bi ser gund de girt: Bavê 3 zarokan Murat Kaya hat kuştin
16:26 Girtiyê nexweş ji ber rapora wî winda bûye bernadin
16:03 Xizmên windayan: Bila kevirekî me yê gorê hebe
15:43 Aborinas: Krîza civakî dê bidome, krîza şer sor dike, aştî tune be mafê butçeyê jî tune ye
15:00 Xwestin girtiyê nexweş Ozel were berdan
14:46 Rojnamevanan got: Em ê nivîsandina rastiyan dewam bikin
14:17 Ji bo mîtînga Bakirkoyê bang kirin: Em bi daxwazên xwe dakevin qadan
14:15 Dayikên Şemiyê: Windayên me awêneya pergalê ne
13:47 Temellî: Nexşeya feqîriyê li bajarên Kurdistanê tê dîtin
13:29 Partiyên Kurd: Em mecbûr in bibin bersîva gelê xwe
12:49 "Têkoşîna jinê û têkoşîna tenduristiyê girêdayî hev e"
12:30 Jina ku Serokê Egîtim-Bîr-Sena Amedê Memîş gef lê xwarin alîkarî xwest
12:08 Taş: Ev ne qeyûm e dagirkirina şaredariyê ye
11:17 Ferît Şenyaşar: Dozger li dijî me parêzerî kiriye
10:42 Qeyûm tayînî şaredariyên Elbak, Bêgirî û Qelqeliyê kirin
10:09 Ji 2123 pêşniyarnameyên partiyên muxalîf tenê 45 hatin dîtin
10:01 Bi boneya gotina ‘Refleksa dîktatoriyê’ Zirig xistin ber lêpirsînê
09:26 Qeyûm tayînî Şaredariya Awîskê kirin
09:08 'Krîza mafên mirovan heye'
09:06 Xwendekarên kurd ji ber êrîşên nîjadperest dev ji dibistanê berdan
09:04 Di vê sar û seqemê de li derve radizên!
09:03 70 sal in xizêm di pozê wê de ye
09:00 Dadgehê cezayê ji ber silavdayînê hatibû birîn betal kir
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2019'AN
06/12/2019
21:54 Dadgehê di doza Nisêbînê de li 3 girtiyan 5 muebbet û 78 sal ceza birî
16:54 Li Alanyayê 29 kes hatin binçavkirin
16:35 Endamên meclisê yên HDP'î yên di bin çavan de hatin berdan
16:10 Rewşa rojnameger Erdemcî ku beriya 57 rojan jiyana xwe ji dest da bir Meclisê
15:50 Parlamentera HDP'ê Hatimogullari xwest bûyerên li Turkoglu ronî bibe
15:50 Qatilê Ceren şandin Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê
15:34 Ji bo hevşaredarên di bin çavan de parêzeran sînordar kirin
15:27 Tirkiyeyê qaymeqam tayînî Grê Spî û Serêkaniyê kir
15:20 ‘Dewlet ji mafê dabînkirina tenduristiya girtiyan berpirsiyar e’
15:08 Sempozmuya Enerjiyê didome: Bendava Ilisû girêdayî polîtîkayên ewlekariyê ye
14:42 Serdozgeriyê serlêdana malbata Ocalan red kir
14:21 Di meha Mijdarê de 126, di 11 mehên dawî de jî 1606 karkeran can dan
14:21 Parêzeren Baroya Êlihê taciza li dijî parêzera jin şermezar kirin
14:07 Polîsan li Amed û Agiriyê 10 kes binçav kirin
14:05 Kubîlay: Ji Roboskî heta Til Rifatê tiştek neguheriye, tenê dijminahiya kurdan dikin
13:38 Li Osmaniyê, greva birçîbûnê ya girtiyan bi encam bû
13:30 Li Çiyayên Amanosê operasyon: 2 jê giran 4 leşker birîndar bûn
13:20 Malbata Demîrtaş qeza kir
12:51 Ji partiyên kurd deklarasyona yekîtiyê: Werin em vê meşê bi hev re bigihînin serfirazî û tifaqê
12:45 Li Misircê midurê dibistanê tundî li xwendekaran kir
12:00 Li Fransayê greva dîrokî di roja duyemîn de didome
11:57 Qatilê Ceren Ozdemîr sewqî Şirnexê kirin
11:41 Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê bi tiryakê ve hat binçavkirin
11:04 Turkdogan bersiva Soylu da: Ez bawerim Soylu li welatek din dijî
10:59 HDP’ê şerh danî: Ev butçe ya şer û îsrafê ye
10:15 'Mafê kesên bi zorê hatine koçberkirin tê paş guhkirin'
10:05 Li dawetek Seqizê teqîn: 11 kes mirin û 34 kes birîndar bûn
10:01 Qeyûm tayînî şûna 70 endamên HDP’ê yên GABB’ê hat kirin
09:44 Nivîskar Çîlîngîr: Nasnameya Rûm 100 salin wekî kêm tên dîtin
09:35 Hevşaredarên HDP'î hatin binçavkirin
09:31 Ne dibihîsin ne jî dikarin xeber bidin
09:17 Li Girtîgeha Kurkçulerê tevî kûçikan davêjin ser qawîşan
09:16 Civaknas Şedal: Krîza aborî şideta li ser jinê zêdetir dike
09:15 Pêşmergê berê: Dem dema ji bo yekîtiyê ye
09:14 ‘Em şahidê rojnamevaniya Eser û Topaloglû ne'
09:14 Bîlgen: Tu hêleke hiqûqî ya heczên tên kirin tuneye
09:13 Esnafên nikarin çerxa xwe bigerînin hindik mane dikanên xwe bigirin
09:12 Ciwanên HDP’î li Wanê atolyeyên ziman û çandê vedikin
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2019'AN
05/12/2019
23:08 Di dema avêtina ser malê de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da
21:31 Şeva 'jinên kurd û helbestan' hat lidarxistin