AMED - Tirkiyeyê 70 sal berê Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kir. Her çend di ser qebûlkirina beyannameyê re 70 sal derbas bûbûn jî, lê belê karneya wê ya di warê mafên mirovan de tim cihê nîqaşê ye. Nûnerê Amedê yê Înîsyatîfa Mafan Reha Rûhavîoglû, diyar kir ku di her serdemê de binpêkirinên mafan qewimîne û got: "Hîn jî di warê mafên mirovan de krîzek heye."
Neteweyên Yekbûyî, 10'ê Kanûna 1948'an wekî roja Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan û di heman demê Roja Mafên Mirovan ragihand. Tirkiyeyê jî di 6'ê Nîsana 1946'an de beyanname qebûl kir. Di ser qebûlkirina beyannameyê ya Tirkiyeyê re 70 sal derbas bûn, lê belê tim û tim karneya wê ya di warê mafên mirovan de cihê nîqaşa ye. Nûnerê Amedê yê Înîsyatîfa Mafan Reha Rûhavîoglû, binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê diqewimin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
KRÎZA MAFÊN MIROVAN
Rûhavîoglû, binpêkirinên mafan ên ji sala 2015'an ve pêk tên wekî "krîza mafên mirovan" bi nav kir û destnîşan kir ku karneya mafên mirovan a 2019'an a Tirkiyeyê xirab e. Rûhavîoglû, anî ziman ku di serdema Rewşa Awarte de binpêkirina mafên mirovan pir zêde bûye û got: "Niha krîzeke mafên mirovan heye. Tirkiye, di sala 2019'an de ber bi başiyê ve neçû."
Rûhavîoglû, anî ziman ku azadiya ramanê, binpêkirina mafê jiyanê, binçavkirin, di siyaseta hundirîn de zextên û daraz veguheriye amûreke muxalefetê û got: "Wê karneya 2019'an a Tirkiyeyê, ji sala 2015'an vir ve wekî serdemeke pir xirab bê qeydkirin."
HEGEMONYAYA TIRSÊ
Rûhavîoglû, anî ziman ku li Tirkiyeyê di sala 2019'an de meseleya derketiya pêş, meseleya "azadiya ramanê" ye û got, di vê pêvajoyê de rojnamevan, siyasetmedar, parazvanên mafên mirovan, cemaet, karker ji ber rexneyên xwe yên li hikûmetê hatne darizandin. Rûhavîoglû, destnîşan kir ku mirov ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakiyî, nîvê şevê di avêtina ser malan de tên binçavkirin û got: "Ji bo twîtterekê nîvê şevê derî û pace tên şikandin û mirov tên binçavkirin. Piştî çend saaet şûnde tên berdan. Lê a dimîne derî û paceyeên şikandî, zarokên tirsandî ne. Ev ji bo hegemonyayeke tirsê tên kirin."
REWŞA AWARTE
Rûhavîoglû, destnîşan kir ku her çend Rewşa Awarte bi dawî bûbûe jî, lê belê rê û rêbazên wê pêk tên û got: "Hîn jî li kuçe û kolanan daxuyaniyên ji bo çapemeniyê, xwepêşandan tên astengkirin. Dewletê, tevdîrên xwe yn mafên mirovan bin pê dikin di dema Rewşa Awarte de ceriband û dît ku ev yek barê wê sivik dike. Sirf ji bo barê wê sivik dike bi awayekî fermî Rewşa Awarte bi dawî kir, lê belê hîn jî rê û rêbazên wê pêk tîne. Komeleya Mafên Mirovan, Dayikên Şemiyê nikarin li cihê xwe dixwazin çalakiyên xwe yên rûniştinê pêk bînin. Kesên hatine hilbijartin û mafê wan ê destnedayînê heye jî bi vê meseleyê re rû bi rû dimînin û xweşikî nikarin mafê xwe yê azadiya fikr û ramanê bi kar bînin û rexne bikin. Ev çîrok jî nîşan dide ku hîn jî atmosfera Rewşa Awarte heye."
'MIROVA TÊN REVANDIN'
Rûhavîoglû, bibîr xist ku mirov tên revandin û bi mehan xeber ji wan nayê girtin û paşê dertê holê ku li ber qereqola ne û got: "Dewlet van îhtimalan qebûl nake. Lê bi qasî em dizanin ev mirov ji aliyê hêzên girê dayîî dewletê ve tên desteserkirin. Ev jî Torosên salên 90'î tîne bîra mirov. Reng û dirûvê wesayîtan hinekî guheriye. Ferq ev e; ên bi Torosan dihatin revandin bi piranî cesedên wan dihatn dîtin. Lê belê danişînên derbasê van kesan de bi veşarî tên kirin. Yanî pêvajoyeke ku bi her awayî mafên mirovan pir bin pê dike heye."
'EV DER BI STATUYEKE TAYBET TÊ BIRÊVEBIRIN'
Rûhavîoglû, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan herî zêde jî li bajarên kurdan pêk tên û sedema vê jî "nasnameya kurdî" ye û got: "Ji ber herêm Kurdistan e, hin mafên tên binpêkirin. Rêxistineke çekdarî heye ku li ser vê zemînê çê bûye û herêm veguheriye qada pevçûnê. Ev jî nîşan dide ku ji ber rêxistina çekdarî û ji ber dewletê maf tên binpêkirin. Dewlet jî meseleya şidetê ya çekdarî dike bahane û radibe mafine sivîl û rewa yên din bin pê dike. Hebûna PKK'ê dike hincet û bi zext û zoriyan bi ser HDP'ê de diçe. Berê xwe dide rêxistinên sivîl ên wekî me. Nexasim jî ji krîza 2015'an vir ve heger hûn li herêma gewr bin û derbarê mafên mirovan de bixebitin, ev li hesabê dewletê nayê. Dibêje, tu mecbûr î wekî min biaxivî, wekî min mêze bikî, wekî min tev bigerî. Problemek heye û tê xwestin ev mesele tenê bi asayîşê bê helkirin. Ev mesele bi pevçûnan, bi polîtîkayên ewlehiyê nayê helkirin. Sedem û hinceta van tiştan hemûyan astengkirina hebûna me ya li vê herêmê û mafên me ye. Îjar li hemberî vê astengkirinê jî komên çekdarî yên derketine holê jî jî û hebûna wan wekî hincet tê nîşandan û li hemberî wê û li hemberî mafan hemûyan liv û tevgerek çê dibe. Çima ev tişt li Afyonê pêk nayê? Çimkî li Afyonê derd û xemek wan î wiha tuneye. Ev der bi statuyeke taybet tê birêvebirin. Hûn radibin şaredarekî hildibijêrin, lê b hincetên beredayî qeyûm tayînî şûna wan tên kirin. Pergal bi xwe jî di nav krîzekê de ye û dixwaze bi darê zorê xwe zînde bike. Wê ev heta hetayê wiha dewam nekin. Dibe karmendekî dewletê yê li şîna şaredarekî hatibe tayînkirin bispêrin qanûnê, lê tu hêleke wê ya rewa tuneye. Ev darbeya li hemberî mafên bijartin û hilbijartinê ye. Ev mesele hemû rasterast girê dayî meseleya kurd in."
MA / Aydin Atay