ANTALYA - Li Antalyayê 3 xwendekarên kurd ji ber êrîşên nîjadperestî dev ji dibistanê berdan û îdareya wargehê jî derbarê wan de lêpirsîn da destpêkirin.
3 xwendekarên kurd ku li Dibistana Bilind a Korkûtelî ya Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê dixwendin, di 1'ê Mijdarê de li Wargeha Xwendekaran bi êrîşeke nîjdaperestî re rû bi rû man. Piştî vê êrîşê her sê xwendekaran dev ji dibistanê berda. Di êrîşê de, komeke "ulkucu" ku ji 16 kesan pêk dihat gotibûn "Em ê nehêlin kurd û HDP li vira bihewin" û xwendekarên kurd birûbûn odeyeke vala û ew derb kiribûn. Xwendekarên hatibûn derbkirin li nexweşxaneyê hatibûn tedawîkirin û Serdozgeriya Komarê ya Korkûteliyê jî lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya 16 MHP'iyan hatibû girtin û paşê hatibûn berdan.
‘DEV JI DIBISTANÊ BERDAN'
Xwendekar Şerîf Saribûlak û Alî Butkul, anîn ziman ku ji ber ewlehiya wan nemaye mecbûr mane dev ji dibistanê berdin. Piştî êrîşê ji ber zext û gefxwarin zêde bûn xwendekarê bi navê Baran Karaca jî dev ji dibistanê berda. Xwendekaran, diyar kir ku îdareya wargehê ji wan re nivîsek şandiye û gotiye "Divê hûn bi cezayê derketina ji wargehê bên cezakirin".
MA / Mehmet Aslan