HATAY – Li Girtîgeha Îsskenderûnê, girtî Mûstafa Demîrbaş, ji ber ku silav dabû hevalê xwe yê girtî, îdareya girtîgehê mehekê cezayê "qedexekirina çalakiyan" lê birîbû. Demîrbaş jî li Dadgeriya Înfazê îtiraz kir û dadgeriyê jî biryar da ku tişta hatiye kirin ne di asta cezabirînê de ye.
Li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûn a Hatayê, girtî Mûstafa Demîrbaş, di 7'ê Cotmehê de piştî hevdîtina bi parêzerê xwe re gava vegeriyaye qawîşa xwe silav daye hevalekî xwe yê girtî. Gava silav daye hevalê xwe gardiyanan jê re gotiye "qedexe ye" û nehiştine silavê bide. Li ser vê Demîrbaş giliyê gardiyan kiriye û derbarê Demîrbaş de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di dawiya lêpirsînê de hat gotin ku "heqekî girtiyan tuneye ku silavê bidin mehkûman" û ji ber vê mehekê cezayê "qedexekirina çalakiyan" lê hat birîn.
Demîrbaş jî li Dadgeriya Înfazê îtiraz kir û dadgehê jî got, tişta hatiye kirin ne di asta cezabirînê de ye û cezayê hat birîn betal kir.