* Li Girtîgeha Îsskenderûnê, girtî Mûstafa Demîrbaş, ji ber ku silav dabû hevalê xwe yê girtî, îdareya girtîgehê mehekê cezayê "qedexekirina çalakiyan" lê birîbû. Demîrbaş jî li Dadgeriya Înfazê îtiraz kir û dadgeriyê jî biryar da ku tişta hatiye kirin ne di asta cezabirînê de ye.
* Halîme Orhan a 77 salî 70 sal in heman xizêmê dixe pozê xwe. Orhan ku xizêma ji diya wê jê re maye qet ji pozê xwe dernaxe got, ew ê jî ji keça xwe re bihêle.
* Şêniyên Taxa Qaşqol a Elbakê, nikarin di xaniyên xwe yên ji ber erdhejê derb xwarine de rûnên. Welatiyên li vê taxa ku hema bêje her roj erdhejên biçûçik lê çê dibin dîmin, di vê sar û seqemê de di bereqeyan de dimînin.
* Li Antalyayê 3 xwendekarên kurd ji ber êrîşên nîjadperestî dev ji dibistanê berdan û îdareya wargehê jî derbarê wan de lêpirsîn da destpêkirin.
* Tirkiyeyê 70 sal berê Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kir. Her çend di ser qebûlkirina beyannameyê re 70 sal derbas bûbûn jî, lê belê karneya wê ya di warê mafên mirovan de tim cihê nîqaşê ye. Nûnerê Amedê yê Înîsyatîfa Mafan Reha Rûhavîoglû, diyar kir ku di her serdemê de binpêkirinên mafan qewimîne û got: "Hîn jî di warê mafên mirovan de krîzek heye."
* Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya lêkolîn bê kirin 2 hezar û 123 pêşniyarname dan meclîsê. Lê meclîsê ji van pêşniyarnameyan tenê 45 pêşniyarname dît. Yek ji pêşniyarnameyên hatin redkirin jî ya têkiliya AKP-DAİŞ'ê, cînayetê Cemal Kaşıkçi û qezaya trênê ya Çorlu bû.
* Dayikên Şemiyê bi boneya li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 767’an de çalakiya li Meydana Galatasarayê ya Taksîmê bidomînin. (12.00)
* Şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê û Xizmên Windayan dê bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” çalakiyên heftane pêk bîne. (12.00)
*Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin di hefteya 444’emîn de li navçeya Konakê dê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (13.00)
* Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê dê di hefteya 402’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li Meydana Galatasarayê pêk bîne. (13.30)
* Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 247’emîn de li ber Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê çalakî li dar bixe. (14.00)
*Rojnameger bi armanca şeremzarkirina girtina rojnameger Sadiye Eser, Sadik Topaloglu û Haci Yusuf Topaloglu dê li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê bidin. (13.00)
* Sendîkaya Kedkarên Xizmet Civakî û Tenduristiyê (SES) dê Komcivîna Tenduristiyê ya Jinan li Navenda Giştî ya Egîtîm Senê li dar bixe. (10.00)
* HDP dê li Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Enqereyê Konferansa Aboriyê li dar bixe. (10.30)
* Şaredariya Sêrtê dê panela bi mijara “Şaredariya Civakî” li Eywana Konferansê ya avahiya xwe li dar bixe. (13.30)
*Weqfa Tahîr Elçî dê panela “Meseleya Kurd” li otelek Amedê ji bo 2 rojan birêve bibe. (14.00-16.30)
* Baroya Rihayê di çarçoveya çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan de dê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî bi mijara “Mafê Jiyanê” gotûbejek pêk bîne. (14.00)
* Platforma Şaxan a KESK’ê yên Edeneyê dê li Eywana Şanoya Şaredariya Edeneyê panela bi ser mijara “Di Têkoşîna Mafê Mirovan de Rola Sendîkayan” birêve bibe. (14.00-18.00)