MÛŞ - Endamên Meclisa Giştî ya Bajar a Mûşê yên di bin çavan de, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Endamên Meclisa Giştî ya Bajar a Mûşê yên HDP'î Mehmet Demîr û Mehmet Şakir Tûgrûl ku di 9'ê Îlonê de ji peywirê hatibûn dûrxistin, duh di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin. Demîr û Tûgrûl, piştî îfadeyên xwe yên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin.
Piştî îfadeyên wan ji aliyê serdozgeriyê ve hatin girtin, sewqî dadgehê hatin kirin û li dadgehê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.