HATAY - Li Çiyayên Amanosê, di dema operasyonê de teqînekê rû da, 2 jê giran 4 leşker birîndar bûn.
Di operasyona leşkerî ya li Çiyayên Amanosê ya navçeya Îskenderûn a Hatayê de teqînekê rû da. Li nezî Zozanê Degirmendere ya Gundê Sarisekî mayîn di leşkeran de teqeyî û 4 leşker birîndar bûn.
Leşkerên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê û hat hîn bûn ku rewşa du leşkeran giran e.