STENBOL - Endamê Komeleya Şopandina Koçberan Îlyas Erdem, bal kişand ser rewş û pirsgirêkên koçberan ên bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê û operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re mezin bûn û got: “Kesên bi zorê hatine koçberkirin, mafê wan tê paş guh kirin.”
Li tevahiya cîhanê, her sal bi mîlyonan mirov ji ber karesatên xwezayî, ol, xizantî, şer, pevçûn û sedemên cur bi cur neçarî koçberiyê tên kirin. Li gorî rapora sala 2017’an a Rêxistina Penabereran a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR), li tevahiya cîhanê hejmara kesên neçarî koçberiyê hatine kirin 68.5 mîlyone.
Li Tirkiyeyê jî piştî avakirina komarê û heya roja îro polîtîkayên koçberkirinê tên birêve birin. Bi taybetî piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê û operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara welatiyên ji Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê qeydkirî 3 mîlyon, 687 hezar û 244 kesin.
Endamên Komeleya Şopandina Koçberan Yeter Tan û Îlyas Erdem, rewş û pirsgirêkên koçberan ên dijîn, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.
SALÊN 90’Î
Îlyas Erdem, bal kişand ser rewşa kesên bi zorê ji Tirkiyeyê hatine koçber kirin û wiha axivî: “Divê dema koçberiya van kesan bê baş nirxandin. Bi taybetî di salên 90’an de li Kurdistanê Kurd ji ber çand, ziman û nasnameya xwe ji cih û warên xwe hatin kirin. Ji ber vê kurd li tevahiya cîhanê belav bûne. Li Sûriyeyê jî, ji ber şerê navxweyî û mudaxileyên navneteweyî bi mîlyonan mirov neçar man ku koç bikin. Yên ku koçî Tirkiyeyê kirine, mafê wan ê xwezayê tên paş guh kirin. Divê hikumeta Tirkiyeyê rastî xwe bibîne. Îro dixwaze Kurdistanê bê mirov bike. Di salên 60’î de li Sûriyeyê li dijî kurdan ‘kembera ereban’ hatibû avakirin. Niha jî ji bo ku kurd li ser cih û warên xwe nejîn, kesek bi tenê jî dikare derbarê wan de biryarê bigire. Ev êrîş tên wateya ku ‘kurdan li ser sînorê xwe naxwazin û naxwazin avakirineke kurdan hebe.’ Lê di rastiyê divê gel biryara xwe bi xwe bide ka dixwaze li wir bijî yan na.”
‘ARMANC JI HEV CUDAKIRINA MIROVANE’
Erdem, da zanîn ku Tirkiye dixwaze binesaziyeke ji tirkan, misilmanan û sunniyan pêk tê li Bakurê Sûriyeyê ava bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkiye naxwaze mafê jiyanê bi de gelan. Li Sûriyeyê bi sedsalane hemû gel bi hevre dijîn. Ev muxaliya Tirkiyeyê di heman demê de li dijî vê binesaziyê ye. Bi van êrîşan dixwazin binesaziya kozmopolîtîk a herêmê biguherîn in.”
‘BANDORA ŞER DEWAM DIKE’
Endama komeleyê Yeter Tan jî, diyar kir ku di koçberiyên pêvajoya dawî de, mafên herî bingehîn ên koçberan tên binpêkirin û wiha axivî: “Piraniya koçberan rastî heman binpêkirinên mafan tên. Herî zêde jî jin ji koçberiyê bi bandor dibin. Pêdivî bi mekanîzmayên ku jin xwe rehet hîs bikin û tiştên jiyane vebêjin heye.”
Tan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di demên dawî de, koçber her tim bi hêviya rojekê vegerin ser cih û warê xwe dijîn. Jiyana koçberiyê bi taybetî ji bo jinên ducanî û jinên nexweş pir zor û zehmete. Li her derê rastî cihêkariyê tên. Li dibistanan, li nexweşxaneyan, kargehan û li her derê rastî gotinên nijatperest û cihekariyê tên. Jinên ku koçber kirine piraniya wan pir bêdengin. Me dît ku jin ji ber van rewş û pirgirêkên dijîn, tundiyê li zarokên xwe dikin. Berî her tiştî divê derfetên baş ji bo koçberan bên avakirin û mafê wan ên sereke bên naskirin.”