EDENE - Li Girtîgeh a Tîpa F a Kurkçulerê, gardiyan û cendirmeyên davêjin ser qawîşan, tevî kûçikên xwe amûrên girtiyan belawela dikin û lêgerînê dikin.
Hat diyarkirin ku vê carê jî li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, gardiyan û cendirme tevî kûçikan davêjin ser qawîşan û lêgerînê dikin. Girtiyên bi navê Ekrem Baydogan û Mehmet Zahît Şahîn, bi rêya malbatên xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.
Baydogan û Şahîn, ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehê, bi rêya malbatên xwe serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê dan. Girtiyan, di daxwaznmaye xwe de ev tişt gotin: "Mafê me yên fealiyetên çandî, heftê 10 saet e. Lê belê kirin 2 saet û carinan jî di rojên van fealiyetan de di bin navê lêgerînê de davêjin ser qawîşan û van rojan asteng dikin. Piştî hewldana leşkerî ya 15'ê Tîrmehê, pêkanînan "tevlîhev bike" pêk tînin û girtiyên ji doza PKK'ê û yên DAIŞ, FETO û yên sûcên edlî tînin heman blokan û tê ferzkirin ku tevde li heman cihî hevdîtina vekirî bikin. Pirtûk, rojname û kovarên derbarê wan de biryara topkirinê tunene jî nadin. Nexasim jî nameyên bi kurdî nadin. Rojnameya Yenî Yaşamê nadin. Radyoyên ku me ji kantîna girtîgehê kirîne nadin."
‘TEVÎ KÛÇIKAN DAVÊJIN SER QAWÎŞAN'
Baydogan û Şahîn, destnîşan kirin ku ligel van binpêkirinên mafan, mehek e gardiyan û cendirme nîvê şevê tevî kûçikan davêjin ser qawîşan û lêgerînê dikin. Her du girtiyan got: "Gardiyan û cendirme tevî kûçikan davêjin ser qawîşan. Bi kûçikan li nav cihên me û erzaqên em digerin. Gava em sedema wê dipirsin, dibêjin 'Ji niha pê ve wê wiha be.' Me gilî kir, lê tiştek jê derneket. Ev yek, di nav mehekê de du caran pêk hat. Her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Ewlehiya me tuneye."
Baydogan û Şahîn, ji bo hesasiyetê bang li raya giştî û parêzvanên mafên mirovan kirin.
Her wiha têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan, lê belê girtîgehê nexwest tiştekî bêje.
MA / Hamdûllah Kesen