COLEMÊRG - Pêşmergeyê berê Huseyîn Apaydin, anî ziman ku niha tenê rojeveke gel heye ew jî yekîtiya neteweyî ye û got: "Bang li pêşengên kurdan hemûyan dikirim. Dem hatiye. Bila ev firsend ji dest neçe."
Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, careke din yekîtiya neteweyî ya kurd bû rojeva sereke ya kurdan û ji bo yekîtî pêk bêng bang li ser bangê tên kirin. Li Colemêrgê jî pêşmergeyên berê û rûspiyên hin malbatan bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî.
‘ÊN EV SÎNOR XÊZ KIRINE NE EM IN'
Huseyîn Apaydin ku li Kurdistana Federe 25 salan pêşmergetî kiriye, anî ziman ku tenê ji bo gelê xwe têdikoşe. Apaydin, destnîşan kir ku ji bo çêbûna yekîtiya neteweyî dereng jî maye û got: "Fam nakim, çima hemû gel dibin yek lê kurd nabin yek? Ji bo kurdên xwedîwijdan tu ferq Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava tuneye. Ev sînor bêyî daxwaza me hatine çêkirin. Mesela, bi qasî xizmên me yên li Tirkiyeyê ev qas jî li Başûr hene. Em kurd, yek netewe ne. Ev rewş ji bo Sûriye û Îranê jî derbasdar e. Xizmên me li çar perçeyan belav bûne. Em dixwazin yekîtî çê bibe."
‘DEM HATIYE'
Apaydin, destnîşan kir ku cîhan bi tevahî behsa kurdan dike û got, yekîtiya neteweyî xeyala hemû kurda ye. Apaydin, got: "Bang li kurdan hemûyan dikim. Dem hatiye. Bila ev firsend ji dest me neçe. Werin cem hev du, yekîtiyeke adil, wekhev û demokratîk çê bikin. Paşê jî derkevin pêşiya raya giştî ya cîhanê û doza mafên me bikin. Êdî cîhan behsa kurda dike. Kurd, ne ew gel e ku bi mirin û perçekirinê biqede. Ji fermandarên me Abo Anter, digot di serê her kurdekî de dewletek heye. Em jî wekî gelên din ên cîhanê doz amafên xwe dikin. Mesela hin dewletên ereba hene, ne bi qasî hin bajarên me ne jî lê mafên xwe bi dest xistine. Çima? Ma qey mafê gelekî xwedî nifûseke 40-50 milyonî qet tuneye? Min di navbera 1963-1988'an de pêşmergetî kiriye. Ji Herêma Behdînanê heta Herêma Berwarê, ji Silêmaniyê heta Hewlêrê xebitîme. Ez ji bo malbatekê an jî şexsekî tênekoşiyam. Têkoşîna min hemû, ji bo gelê min, ji bo zarok û ewladên min bû. Û ez ê hîn jî bitêkoşim. Êdî divê kes nede pêyî berjewendiyên şexsî. Bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran mirov di girtîgehan de ne, bi hezaran jê li sirgûna ne. Loma divê rojek berî rojekê yekîtiya neteweyî pêk bê."
BANGA JI BO KURDÊN DI NAV AKP'Ê DE: HÛN DI RÊYEKE ŞAŞ DE NE
Mahmû Temel jî diyar kir ku daxwaza gel yekîtiya neteweyî ye û xwest rojek berê rojekê ev daxwaz pêk bê. Temel, got: "Daxwaza me yekîtuay her çar perçeyan e. Gelek berê di vê rêyê de têkoşiyan. Lê belê tavilê divê yekîtî çê bibe. Em di nav gelê xwe de ne. Gava em diçin malên wan, kargehên wan tenê daxwzek wan heye, ew jî yekîtiya neteweyî ye. Loma divê partiyên kurdan hemû nakokiyên di nava xwe de deynin hêlekê. Ne heyfa me. Bila ev qas ked û tahb berba nebe. Çi dibe bila bibe divê em bibin yek. Di nav AKP'ê de mirovên wisa hene ku bawer bikin mirov naxwaze silavê jî bide wan. Em bang li wan jî dikin. Rêya hûn tê de ne şaş e. Dev ji vê rêyê ebrdin. A li me tê kirin qirkirin e. Divê ew jî ji vê yekê re bêjin êdî bes e."
‘EM BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIKARIN BI SER BIKEVIN'
Kahar Demîr jî destnîşan kir ku sînorên di navbera kurdan de bêwate ne û got: "Bêyî em bêjin Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava, divê em yekîtiya xwe çê bikin. Heger em vê yekê çê bikin wê baweriya cîhanê ya bi em bêtir bibe û wê bêtir qîmetê bide me. Her çend di navbera me û Iraqê de sînorek hebe jî, lê belê di rastiyê de tu wateyeke vî sînorî tuneye. Ji beriya berê de pêwendiya me bi hev re heye. Çimkî li wî aliyê xwarzî û xizmên me hene. Diyaloga me ya bi wan re qet qut nebûye. Çimkî ên li her du aliyan jî kurd in. Zimanê me yek, çanda me yek e. Êşa wan êşa me ye. Divê em bi hev re mafên xwe biparêzin. Divê em bên cem hev du da ku cîhan qîmetê bide me. Kurd yek in. Bi liv û tevgerên şexsî tiştek pêk nayê. Divê em bi hev re tifaqeke xweşik çê bikin û em bi tifaqê dikarin bi ser bikevin."
MA / Hamza Gunduz