WAN - Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Wanê, wê atolyeyên zimanê kurdî, guvend, gîtar, erbane, saz û şanoyê vedikin. Ciwanan, bal kişandin ser polîtîkayên bişavtinê û bang tevlîbûna atolyeyan kirin.
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, wê atolyeyên zimanê kurdî, guvend, gîtar, erbane, saz û şanoyê vedikin. Ji bo atolyeyan di 1’ê Kanûnê de dest bi qeydan hat kirin û wê heya 13’ê Kanûnê dewam bike. Endamên meclîsê diyar kirin ku ew dixwazin li dijî polîtîkayên desthilatdariyê yên li ser ciwanan, jiyeneke alternatîv pêşkêşî ciwan bikin û got: “Divê ciwanên kurd, di her qadê de xwedî ziman, çand û pêşeroja xwe derkevin.”
'DIXWAZIN CIVAKEKÊ BÊ ÇAND AVA BIKIN'
Endamê Meclîsa Ciwanan Husamettîn Tanrikûlû, da zanîn ku qada çandê tê tunekirin û wiha axivî: “Pergala kapîtalîzmê, qada çandê tenê weke dem derbas kirinê nîşan dide û dixwaze civakekê bê çand ava bike. Çand ne cihê dem derbaskirinê ye. Di rastiyê de bigeha avakirina civakekê ye. Em ciwan dixwazin li dijî pergala kapîtalîzmê ya ferzî me tê kirin, awayê jiyaneke nû pêşkêşî ciwanan bikin. Em hewl didin bi atolyeyên me avakirine ji bo vê yekê bibin bersiv.”
'DIVÊ EM XWEDÎ PÊŞEROJA XWE DERKEVIN’
Tanrikûlû, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Divê ku ciwan xwedî çand, ziman û pêşeroja xwe derkevin. Ciwan di her qadê de di çemberê dene. Ciwanê ku zanîngehê dixwînin, jiyaneke bê pêşeroj li benda wane. Kapitalîzm ciwanan weke hêza kar a erzan dibîne. Di hemû serdeman de ciwan çalak û têkoşerin. Pergala kapitalîzmê ya ku vê hêza ciwanan dibîne, ji bo ku ciwanan ji têkoşînê dûr bike, di her qadê de êrîşî ciwanan dike. Hewl didin ku ciwanan bixin tora tiryakê, fihûşê û jiyana kirêt. Ger em jî, li dijî vê xwedî çand û pêşeroja xwe dernekevin, wê ciwantî û civak çewhera xwe winda bikin. Divê em li dijî pergala kapîtalîzmê di her qadê de têbikoşin. Di rastiyê pergal naxwaze ku em bixwînin. Ji ber ku civakeke ku dixwîne, difikire û lêdipirse naxwazin.”
BANGA TEVLÎBÛNA ATOLYEYAN
Endamê Meclîsê Seyîthan Karadaş jî, banga tevlîbûna atolyeyan li ciwanê Wanî kir û got: “Em bi 6 atolyeyan, xwedî ziman û çanda xwe derkevin. Ji bo vê çi ji destê me were emê bikin. Divê em li her qadê xwedî ziman û çanda xwe derkevin. Pêwîste ku em ciwan pêşeroja xwe bi hevre bi dest xwe ava bikin.”