NAVENDA NÛÇEYAN - Di meha mijdarê de 38 jin hatin kuştin, 20 jin jî ji kuştinê rizgar bûn, 13 zarok bi şîdet û êrîşa zayendî re rûbirû man û 3 zarok jî hatin kuştin.
Li Tirkiyeyê kuştin û şîdeta li hemberî jinê her ku diçe zêdetir dibe. Rêxistinên jinan bi aşkerakirina rapor û daneyên xwe rewşa xirab tînin ber çavan. Li gorî rapora Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha mijdarê de 39 jin hatin qetilkirin. Di daneyên ku her meh tê ragihandin de diyar dibe ku her ku diçe kuştin zêdetir dibe.
DI MEHA MIJDARÊ 38 JIN HATIN QETILKIRIN
Li gorî danayên nûçegihana Jin Newsê Dîlan Babat berhev kirin, di meha Mijdarê de 38 jin hat kuştin. 24 jin ji hêla xizmên xwe ve hatine kuştin. 14 mirina jinê jî bi guman e. Her wiha li gorî daneyên me 13 zarok jî bi şîdet û êrîşa zayendî re rûbirû mane û 3 zarok jî hatin kuştin.
Wekî her car dadgeh dîsa di meha mijdarê de jî bû alîgîrê kujer, tecawizkar û sûcdaran. Midûrê Navenda Şopandin û Rawestandina Şîdetê (ŞONÎM) ya Bursayê, Tayfûn Erol destdirêjî 11 jinan kir.
KOMKUJIYÊN JINAN
* Li navçeya Bîsmîl a Amedê Mûteber A. ji aliyê hevjînê xwe Hasîp A. ve bi çekê hat qetilkirin.
* Li navçeya Avcilar a Stenbolê Seda Kûrt ji aliyê Ercan A. ve hat qetilkirin.
*Li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê Fikriye Nûrsavaş ji aliyê hevjînê xwe Mûstafa Merîç Nûrsavaş ve bi çekê hat kuştin.
*Li Mereşê, jina bi navê H.E ji aliyê hevjînê xwe Y.V. û 3 hevalên wî yên zilam ve bi îşkencê hat kuştin.
*Li navçeya Kîraz a Îzmîrê Dondu A. ji aliyê Mûrat A. ve bi çekê hat qetilkirin.
*Li Bûrsayê, Sosîn K. ji aliyê çawîşê pispor A.K. ve bi çekê hat qetilkirin.
*Li Konyayê, Halîdiye El H. ji aliyê hevjînê xwe Mahmûd El H. ve bi îşkencê hat qetilkirin.
*Li Ispartayê polîsê navê wî nehat zanîn, Ebrû Ozturk bi çekê qetil kir.
*Li navçeya Bûca a Îzmîrê, Şehmûz Selçûk ê ji girtîgehê bi destûr derket Melîsa Kalem bi çekê kuşt.
*Li navçeya Bornova ya Îzmîrê Mûhammed D. dayika xwe Esma D. qetil kir.
*Li navçeya Fatîh a Stenbolê serkomîser Kemal A., keça xwe Nîhal A. bi çekê kuşt.
*Li Eskîşehîrê, Ayşe Tûba Arslan ligel ku dibin parastinê de bû, ji aliyê hevjînê xwe yê berdayî Yalçin Ozalpay ve bi çekê hat kuştin.
*Li Manîsayê Ahmet Y. hevjîna xwe N.Y. bi îşkenceyê qetil kir.
*Li Hatayê Ahmet Kaya yê ji girtîgehê firar kir, hevjînê xwe Sîbel Kaya qetil kir.
* Li Manîsayê Alpaslan Nîlîtaş hevjîna xwe Nevîn Nîlîtaş bi çekê qetil kir.
*Li Ispartayê, Guleda Cansl ji aliyê hevalê xwe yê zilam Zafer P. ve hat qetilkrin.
*Li Osmaniyê Alî Osman Sarî hevjîna xwe Serpîl Sari bi îşkenceyê qetil kir.
*Li Îzmîrê, Yakûp P. hevjîna xwe Sevgî P. qetil kir.
*Li Ûşakê Y.K. Aysûn Yeşîl bi çekê kuşt.
*Li navçeya Bakirkoy a Stenbolê îdîaya Zubeyde Delen bi hevjînê xwe Alî Delen re bi sînanûrê întîxar kir.
*Li Kirikkale, Kerem S. Zeynep Esen bi tundiyê qetil kir.
*Li Antalya, Firdûs Alîyeva ji aliyê hevjînê xwe Huseyîn Y. ve bi kêrê hat qetilkirin.
*Li Konya Ramazan Ç. Zehra Ozkan bi amûra jêkirinê qetil kir.
*Li Îzmîrê, Turgay Ç. hevjîna xwe Seda Ç. bi çekê qetil kir.
MIRINÊN JINAN ÊN BI GUMAN
*Li navçeya Erganî ya Amedê, Şafak Bozkurt bi awayekê bi guman întîxar kir.
*Li navçeya Gazîpaşa ya Antalyayê, Selma A. bi awayekê bi guman mirî hat dîtin.
*Li navçeya Fatîh a Stenbolê Oya Yetîşkîn, li mala xwe bi awayekê bi guman mirî hat dîtin.
*Li navçeya Yildizelî ya Sîwasê Durdane E. li mala xwe bi çekê hatibû kuştin hat dîtin.
Li Dîlokê Saadet H. bi awayekê biguman întîxar kir.
*Li navçeya Lîcê ya Amedê Azra Akyar a bi zorê hatibû zewicandin, bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da.
*Li Kirikkale Ebrû Kalaklioglû li mala xwe bi awayekê bi guman mirî hat dîtin.
*Li Hatayê Fatma Laçîn li mala xwe bi çekê kuştî hat ditîn.
* Li Antalyayê Hatîce Yalniz li mala xwe bi awayekê bi guman mirî hat dîtin.
*Li Antalyayê Gulperî Onur, bi awayekê bi guman ji balkona mala xwe ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
*Li Stenbolê Malîke Okûtûcû, li mala xwe bi awayekê bi guman mirî hat dîtin.
*Li Bîlecîkê, Lîsha Yu a biyanî li çewlikekê mirî hat dîtin.
*Li Kastamonû Salîha Buyukkayaoglû, bi awayekê bi guman mirî hat dîtin.
*Li navçeya Tîre ya Îzmîrê Carolyn Margoret Dearsley, li mala xwe bi awayekê bi guman mirî hat dîtin.
TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ, ÊRÎŞÊN ZAYENDÎ Û HEWLDANA QETIL KIRINÊ
* Li Antalyayê Îbrahîm Em, bi pergalê îşkence li Gonca Sadikli kir.
* Li Eskîşehîrê Mehmet Alî K. hewl da ku hevjîna xwe Semra K. qetil bike.
*Li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê Tugba Y. rastî tacîza Recep Ç. û Serdar G. hat.
*Li navçeya Avcilar a Stenbolê Celal T. hewl da ku jina bi navê A.K. bi çekê qetil bike.
*Li Konyayê Kasim D. hewl da ku dayika xwe Îsmete D. qetil bike.
*Li navçeya Kartal a Stenbolê Cem Y. hewl da ku Bûrçîn G. û Sedanûr Y. qetil bike.
*Li navçeya Bazîd a Agiriyê, Ramazan Î. hevjîna xwe M.Î. birîndar kir û hewl da ku qetil bike.
*Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê Şukru Uner, tundî li Reyhan Kara kir.
*Tamer Aktaş hewl da ku hevjîna xwe Gulcan Aktaş qetil bike.
*Li Kutahya Suleyman D. hewl da ku hevjîna xwe ya berê Meryem Ç. qetil bike.
*Li navçeya Çinar a Amedê, zilamê binavê Î.D. hewl da hevjîna xwe Y.D. û cîrana xwe A.G. bi çekê qetil bike.
*Li Meletiyê F. O. hewl da ku dayika xwe G. O. bi çekê qetil bike.
*Li nvçeya Buyukçekmece ya Stenbolê Sînan Ç. xwest hevjîna xwe Yelîz Ç. bi çekê qetil bike.
*Li Dîlokê Emrah Ç. bi pergalî tundî li hevjîna xwe Buşra Ç. kir.
*Li Edeneyê, Sezer Tokarker xwest ku hevjîna xwe Burcu Tokaker, bi çekê qetil bike.
*Li Karabukê, zilamê bi navê T. E. li kargehê êrîşî jinekê kir.
*Li navçeya Kartepe ya Kocaeliyê, jinekê ku li otobusê siwar bû, rastî tacîza zilamê hat.
*Li navçeya Derînce ya Kocaeliyê, M.M. ê zilam, bi pegalî îşkence li A.G. a xwest wî berde, kir.
*Li Bursayê, midurê saziya ŞOMÎN Tayfûn Erol, 11 jinên xebatkarên saziyê tecaz û tecawîz kirin.
KOMKUJÎ, ÎSTÎSMAR Û TUNDIYA LI DIJÎ ZAROKAN
*Li navçeya Bazîd a Agiriyê, Ramazan Î. hewl da ku keçeke 3 salî bişewitîne û qetil bike. -
*Li navçeya Antakya ya Hatayê pitikek di nava pêçekê de bi awayekê terk kirî hat dîtin.
*Li Kayseriyê, li Navenda Piştevaniya Malbat û Rehabîlîtasyaona Îstikbala sala 75’an zarokek astengdar rastî tundiya mamosteyê xwe hat.
*Li Orduyê, mamosteyê birkariyê E.S. tacîzî 5 zarokan kir.
*Li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê A.E. tundî li zarokê biçûk H.B. kir.
*Li navçeya Pendîk a Stenbolê kesekê navê wî nehat zanîn, tacîzî zarokekeê kir.
*Li navçeya Avcilar a Stenbolê zaroka bi navê Evîn B. bi çekê hat kuştin.
*Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, zilamê bi navê H.C. tecawîzê zarokekê kir.
*Li Îzmîrê, zilamê bi navê F.A. tecawîzê zaroka bi navê E.A. kir.
*Li Aydinê M.T. tecawîzê neviya xwe kir.
*Li Antalyayê zilamê 70 salî A.I.S. tacîzî zaroka 16 salî H.Y. kir.
* Li Rihayê, zarokê xwest hevala xwe zaroka bi navê Çigdem bişewitîne û qetil bike.
*Li Îzmîrê, E.K. û S.K. ji aliyê bavê xwe K.K. rastî tecawîzê hatin.
*Li navçeya Kîrazlî ya Îzmîrê Mûrat A. Kemal A. qetil kir.
*Li Edeneyê zarokê bi navê Mûhammed Hamdî bi awayekê bi guman ji qata 4’emîn ket xwarê û mir.
*Li Konyayê, cenazeyekê zarokekê hat dîtin.
*Li navçeya Başakşehîr a Stenbolê, Rabîa Koç, bi awayekê bi guman mirî hat dîtin.
* Li Mûşê Semanûr Ozkan, bi awayekê bi guman mirî hat dîtin.
*Li Antalyayê Ceren Şîmşek bi siyanûrê hat qetilkirin.
*Li navçeya Çerkeskoy a Stenbolê Okan Kutuk û Oktay Kutuk bi çekê Sûltan Kutuk kuştin.