* Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr, bi hinceta "perwerdehiya bêdestûr" deriyê Komeleya Jin a Mor Dayanişma ya Antakyayê mohr kir û 51 hezar û 168 lîre cezayê pereyî li komeleyê birî. Endama komeleyê Aylîn Yuksel, got ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.
* Bi bermayiyên Pîşesaziya Organîzeyî ya Nîzîbê, Çemê Nîzîbê tê qirêjkirin. Wexteke mirovan karibû tê de avjenî bike û pê erdên xwe av bide, lê belê niha li 22 taxên li peravên çem nexweşîna pençeşêrê pir zêde bûye û êdî kes nikare pê baxçe û erdên xwe av bidin.
* Agiriyan, anî ziman ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî yên AKP'ê ne û gotin: "Ji bo çûyîna axa Sûriyeyê tu sedemeke Tirkiyeyê tuneye. Erdogan ji bo îktîdara xwe welat ber bi şer ve bir. Û bedêla vê jî gel dide."
* Rêxistinên rojnamevanan anîn ziman ku ji bo rojnamevanan Tirkiye bûye girtîgeh û ji bo nûçegihaên me Sadiye Eser û Sadik Topaloglû ku hatin girtin, gotin şahidê rojnamevaniya wan in.
* Vetha Tangaş ku li Taxa Şerefiyle ya Rêya Armûşê di firinekê de dixebite, rojê 200 nanî dipate. Rojê 40 lîre bi dest Tangaşê dikeve û bi vî pereyî debara malbata xwe dike.
* Îsal randimana zeytûnên Nîzîbê kêm bûye. Hilberîneran, anî ziman ku ev ji ber guherîna avhewayê ye û gotin: "Avhewaya herêmê diguhere. Cara ewil e randiman ev qasî hindik e. Carinan nîvî nîvî kêm dibû. Lê îsal ji 4 paran parek maye."
* Ji ber topbarana Tirkiyeyê, li Til Rifatê 8 jê zarok 10 kes jiyana xwe ji dest dan. Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, destnîşan kir ku a hatiye kirin sûcê şerî ye û rojnamevan Îslam Ozkan jî got: "Heta ku komêm paramîlter ber bi eniyê ve bên şandin, wê ev drama mirovahiyê neqede."
* 12'emîn Sempozyuma Enerjiyê ya ku TMMOB li dar dixe, dê bi navê “Enerji, ekolojî û aştiya civakî" li Otela Demîr a Amedê bê li dar xistin. (10.00)
* KCD, dê têkildarî binçavkirin û girtina siyasetmedaran, li avahiya HDP'ê ya Êlihê li gel rêxistina HDP'ê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)
* Federasyona Hevparên Astengdar a Amedê, dê li Postexaneya Mezin a Navçeya Sûrê nameyan ji parlamenteran re bişînin. (13.30)
* Pena Kurd, MED-DER û Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamya, dê bi navê "Jinên Kurd û şeva helbestan" li avahiya MED-DER'ê şahiyekê li dar bixin. (17.30)
* Danişîna doza Rojnameger û nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Ergin Çaglar, dê 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê bê dîtin. (11.00-19.00)
* Danişîna doza 17 jê zarok 70 kesên li Navçeya Nisêbînê hatin binçavkirin û girtin, dê li Edliyeya Mêrdînê bidome. (10.00 - 17.00)