MEREŞ - Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Elbîstanê Elîf Kisa, Alî Kisa û Bekir Kara yên hatibûn binçavkirin, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Li navçeya Elbîstan a Mereşê, polîsan bi ser malan de girtibûn û bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Elbîstanê Elîf Kisa a 65 salî, Alî Kisa yê 70 salî û Bekir Kara yê 60 salî binçav kiribûn. Lêpirsîna her sê rêveberên HDP’ê yên li Miduriyeta Polîsan bi dawî bûn û sewqî edliyê hatin kirin. Dadgehê derbarê her sê rêveberan de biryara girtinê da.
Hat hînbûn ku rêveberên HDP’ê di çarçoveya îfadeya “şahidê nepen” hatin binçavkirin û girtin.
Hat diyar kirin ku hevjînê hev Elîf û Alî Kisa yên hatin girtin, 2 zarokên wan hene, kurekê wan ji sedî sed astengdare û kurê wan ê din jî kere.