STENBOL - Înîsiyatîfa Nor Zartongê, ji ber mudaxaleya derveyî peyamanên navdewletî û Destûra Bingehîn a Wezareta Karên Hundir, namzetê xwe ji hilbijartina Patrîkê Ermen vekişand û banga boykotê li gelê ermen kir.
Bi mirina Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Mesrob Mûtafyan a di 8'ê Adara 2019'an de, pêvajoya hilbijartina nû ya Patrîkê Ermen dest pê kir. Wezareta Karên Hundir, di meha îlonê de bi talîmatnameyekê mudaxaleyî pêvajoyê kir û rê li ber namzetên derveyî welat girt. Ev mudaxale rastî berteka Înîsiyatîfa Nor Zartongê hat. Înîsiyatîfê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku vê mudaxaleya vekirî ya dewletê ya li azadiya rêxistinbûn û baweriyê qebûl nakin û vê bangê "nebin fîguranê vê lîstikê û xwe ji hilbijartinê vekişînin" li her du namzetan kir
Di daxuyaniyê de ev tişt gotin: "Em zanin ku her dengê di hilbijartina pêk bê de bê dayîn, dê xizmeta meşrûkirina vê dizîna maf û bêadaletê bike û careke din em bang li gelê xwe dikin ku neçin ser sindoqê û hilbijartinê boykot bikin."