STENBOL - Mamosteyên Fêrgeha Dogayê ku 3 mehên mûçeyên xwe nagirin, li hemû şaxan çalakiya boykotê li dar xistin.
Li Fêrgeha (Kolej) Dogayê ku beriya niha hatibû nîqaşkirin ku dê dest biguherîne, mamosteyan, ji ber ku 3 mehên mûçeyên xwe nagirin waneyan boykot kirin. Çalakiya boykotê, li hemû şaxên fêrgehê yên li Tirkiyeyê pêk hat. Li Stenbol, Enqere û Îzmîr gelek mamoste tevlî çalakiyê bûn û waneyan boykot kirin.
Mamosteyek ku li şaxeke fêrgehê miduriyê dike, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku li saziyê topavêtin nehatiye aşkerakirin û ev tişt got: "Dibêjin ku firotin pek hatiye lê ji ber ku bi bikir re nelihevkirinek heye, ji bo ragihandinê firotinê gelemşeyek dawîn heye. Me bi tu awayî xwe negihand Navenda Giştî ya Fêrgeha Dogayê. Hê jî daxuyaniyek zelal nagirin. Em nizanin ku bikir kî ye. Hin kes dibêjin bikir Koma Demîroren e û hin kes jî dibêjin ku bikir Koma Suzer e. Dîsa gotegot hene ku careke din dewrî Turkverenê bê kirin."
Malbatên xwendekaran û mamosteyên ku ji ber rewşê mexdûr bûne, li ser hesabên xwe yên medya civakî bertek nîşanî Fêrgeha Dogayê dan.