COLEMÊRG - Li gundê Talê yê Colemêrgê qezaya trafîqê pêk hat. Di qezayê de 2 kesan jiyana xwe dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Nêzî gundê Talê yê Colemêrgê qezaya trafîqê pêk hat. Serwîsa xwendekaran a ku ji aliyê Cemîl Tûran ve dihat ajotin, li dîrekeke qerexê rê ket û qelibî. Ajokar Tûran û jinbira xwe Fehîme Tûran dema ku ji serwîsê derketin, bi têlên ceryanê yên ji dîrekê qetiyabûn ve zeliqîn û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 6 xwendekarên ku di qezayê de birîndar bûn jî bi ambûlansê ku hatin cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneyê Dewletê ya Colemêrgê.