AMED - Nivîskarên e-rojnameyê Kenan Kirkaya û Tayîp Temel di nivîsa xwe yên îro de balê dikişînin ser astengî, qedexe, êriş û pişaftina ser zimanê kurdî û avakirina "Tora Ziman û Çandan" wek pêşketinek mezin pênase dikin û dibêjin divê êdî kurd û siyaseta kurd ji bo azadiya ziman dest bi seferberiyê bikin.
Nivîskarên e-rojnameyê Kenan Kirkaya û Tayîp Temel di nivîsên xwe yên îro de balê dikişînin ser rewşa zimanê kurdî û avakirina "Tora Ziman û Çandan" ji aliyê rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran ve hat avakirin.
'DOZA KURD DOZA ZIMÊN E'
Berfirehiya nivîsa Kirkaya ya bi sernavê "Doza kurd doza zimên e" wiha ye:
"Bi dehan sal e der barê pêşketina zimanê kurdî de gelek xebatên hêja tên meşandin. Ger ku îro kurdî di nav zimanê cîhanê de cihekî bi rûmet girti be, ev yek bi saya serê van xebatên hêja û bêhempa ye.
Der barê pêşketina zimên de rola çapemeniya kurd nayê jibîrkirin. Televîzyonên ku di salên 90’an de dest bi weşanê kirin, kovar û pirtûkên ku hatin çapkirin di vî warî de peywirên girîng girtin ser milên xwe û rolên dîrokî lîstin. Her wiha enstîtuyên kurdî ji bo pîvan û zanistiya zimên kar û xebatên bêhempa meşandin.
Lewma di êrişên asîmîlasyonê de ewil çapemeniya kurd, saziyên zimên ketin ber bayê êrîşan. Ev sazî hatin girtin, desteserkirin; xebatkar û endamên wan hatin cezakirin. Serencama têkoşîna dîroka zimanê kurdî di heman demê de serencama dîroka doza kurd e. Ji xwe doza neteweya kurd, di heman demê de doza zimên û çandê ye. Asîmîlekirina kurdî çawa ku meseleyeke siyasî be, daxwaza ziman û çanda kurd jî ewqas siyasî ye.
Car cara hin derdor ji bo çavxapandina îktîdaran dibêjin “meseleyê di asta çandê de hildidin dest” û bi zanetî an jî nezanî meseleya çandî wekî tiştekî biçûk nîşan didin. Lê ne wisa ye, kengê zimanê kurdî di asta civakî û cemawerî de azad bibe dê gelê kurd jî azad bibin. An jî heya neteweya kurd azad nebe ziman û çanda kurdî jî azad nabe. Yek nebe yê din kêm dimîne. Kes nikare bibêje di rewşeke ku kurd azad nebin de pêşî li çand û zimanê kurdî hatiye vekirin. Ev yek ne zanistî ye û ne jî pêkan e. Ji ber ku destpêka pirsgirêka kurd asîmîlasyon e, heya polîtîkayên asîmîlasyonê ranebin çand û zimanê kurdî azad nabin. Bi dawîbûna politîkayên asîmîlasyonê jî tenê bi qebûlkirina maf û azadiyên neteweya kurd pêkan e.
Lê her kurdek jî dizane ku tu dewlet dev ji polîtîkayên xwe yên înkar û asîmîlasyonê bernade. Bi dildarî vê yekê nake. Ger wisa bûya, bi sed salan e ji pêkanîna vê polîtîkayê evqas xwîn nedihat rijandin. Lewma divê ku polîtîkayên asîmîlasyonê bê hilweşandin. Ev jî dê bi pêşketina ziman û çanda kurdî pêk were. Ji bo vê yekê xebatên ziman û çandê xebatên rizgariya gelê kurd e.
Herî dawî li Amedê bi beşdarbûna gelek rewşenbîr û zimanzanên kurd Tora Ziman û Çandan hate avakirin. Heya niha gelek înîsiyatîfên bi vî rengê hatin lidarxistin. Dibe ku hemû negihîştibin armanca xwe, dibe ku di vî warî de xebatên mayînde û demdirêj pêk nehatibin. Lêbelê ev lêgerîn dide nîşan ku kurd di riya rast de ne. Ev yek dê di dawiya dawî de serkeftinê pêk bîne. Ev Tor li gelê me pîroz be, Xwedê me ji tora zimanê me bêpar nehêle."
'EM SALA 2020'AN BIKIN SALA SEFERBERIYA KURDÎ'
Tayîp Temel jî bi gotina “Texeyulkirina zimanekî, texeyulkirina terzeke jiyanê ye” ya feylesofê Avûstûryayî Ludwig Wittgenstein dest bi nivîsa xwe dike.
Nivîsa Temel a bi sernavê "Em sala 2020’an bikin sala seferberiya kurdî" wiha ye:
"Ziman bi her tiştî re bi têra xwe tê têkildarkirin. Di nav romantîzm û rasteqîniya civakî de rol û mîsyonek jê re her tim tê gengeşekirin. Ziman geh bi ser polîtîkayê re tê nirxandin, geh wek alaveke polîtîk, geh wek qadeke berxwedanê, geh jî êdî wek sembolekê. Di dirêjahiya dîrokê de serencamên gelek zimanan rewş û aqûbeta axêverên wan zimanan didin der. Dîrok wek goristaneke zimanan e.
Geşedanên polîtîk herî zêde encaman li ser rewşa zimanî dikin. Ji ber ku ziman nosyoneke bingehîn û damezrîner e, avakirina desthilatiyê jî veçirandina desthilatiyê jî ji wir dest pê dike. Nemaze di sed salên dawîn de û nemaze li Rojhilata Navîn ziman wek mijareke mihendisiyê, di avakirina nîzama siyasî û civakî de roleke sereke lîstiye û dilîze. Zimanên dezavantaj û ji îmkan û amrazên desthilatiyê mehrûm in, zêdetir di aşê serweriyê de tên hêrandin û nikarin xwe li ber bayê zemên bigirin. Labîrenta hebûn û tunebûnê, gerîneka têkçûn û vejînê ya zimanan wek serboriya netew/civakan e. Ziman embara netew/civakan e, geh arezûya nostaljiyê dermale dike, geh dahatûyê ava dike.
Li bakurê Kurdistanê, di van demên dawî de, ji bo ku balê bikêşe ser rewşa zimanî û xetereya bişaftinê bixe rojeva kurdan, hin hewldan tên dayîn, hin teşebis tên destpêkirin. Herî dawî bi navê Tora Ziman û Çandan deklarasyonek hat weşandin û alarmeke zimanî bo kurdî hat dayîn. Nemaze piştî tayînkirina qeyûman û rekolonîzekirina sîstema dewleta tirk, êrîşên li ser kurdî jî bi hêztir û bi sîstematîktir tên meşandin. Ew êrîş tenê ne Bakur, her wisa êdî di pratîkê de Rojava jî şimûl dike. Hemû qadên girseyî ji kurdî re tên girtin û reftara li dijî kurdî, bergeh û çarçoveya reftara li dijî kurdan jî krîstalîze dike. Ji ber ku kurdî tê qedexekirin, ji ber ku kurdî ji qada girseyî tê bidûrxistin, ji ber ku alava kolonîzekirina kurdan bi rêya qedexekirin û êrişa li ser kurdî tê meşandin, lewre jî helwesta ji bo kurdî jî bi têra xwe helwesteke dekolonyal e. Veçirandina mêtingehiyê, bi qayîmkirina zimanê ku dixwaze bê tunekirin pêkan e; lewre ziman panjehra kolonyalîzmê ye.
Ihtimal e ku kurdî ji sed sal berê zêdetir tê xwendin û nivîsîn, lê gelo kurd ji sed sal berê zêdetir bi kurdî diaxivin yan na? Mixabin na! Civaka kurd a klasîk li Bakur bi axaftinê kurdî heta îro parast, lê aşê bişaftinê kurdî di nav xwe de hêrand. Kurdî îro zêdetir wek aksiyoneke rewşenbîrî tê dîtin, ne wek tiştekî jiyanî û asayî. Di jiyana cemawerî de kurdî ji rewacê dikeve. Wateyên ku li kurdî tên barkirin, ji mîsyona zimanekî wêdetir û zêdetir in.
Ji bo serdestan, payeya ji bo kurdî hatiye dayîn, asûna ji bo kurdî hatiye terxankirin, aşkera ye. Lê divê bê gotin, aktor û kirdeyê parastina kurdî jî, vejandin û nirxdarkirina wê jî kurd bi xwe ne. Tenê kurd dê bikaribin zimanê xwe bînin dereceya zimanekî berhemhênanê û jiyana xwe li dor wê yekê ava bikin. Kurdî alava sereke ya vesazkirina dahatûyê ye.
Kurd ji pênc sal berê jî, ji pêncî sal berê jî, ji sed sal berê jî bi hêztir, li meydana navneteweyî bi rewactir û di dilê gelên cîhanê de xwedî payeyeke giranbihatir in. Ev dînamîzma ku li dor kurdan derketiye meydanê fersendên mezin didin da ku têkoşîna wan a hebûnê bigihîje qonaxa serfiraziyê. Di werçerxeke dîrokî de, ev fersend dikare ji bo kurdî jî bê afirandin û dinamîzekirin. Têkoşîna ji bo kurdî ji bilî kurdan, çiqas bibe têkoşîneke navneteweyî dê encamên dîrokî jî bi xwe re bîne. Lewre têkoşîna siyasî û ya zimanî bi hev ve girêdayî ye û encamên wan, rengvedanên wan nikare bê cudakirin.
Geşedanên siyasî û rengvedanên wê, mesûliyetên mezin li ser tevahiya kurdan ferz dike. Kurd dikarin bibin mîmarên dîwarê xwe û sala 2020’an bikin sala seferberiyeke zimanî û destkeftiyên dîrokî bi dest bixin. Kurdî qadeke berxwedanê û parçeyekî têkoşîna man û nemanê ye. Loma jî divê kurd zêdetir li hev bicivin û toreke berfirehtir û karîgertir ava bikin.
Ji bo ku hewldana avakirina yekitiya neteweyî nebe îlûzyoneke modern û enerjiya kurdan berhewa neke, ziman dikare bibe alaveke bingehîn û damezrîner. Tehdîda li ser kurdan, her wekî din tehdîda li ser kurdî ye. Tiştê di pratîkê de pêk tê ev e. Lewre xurtkirina xebatên ji bo kurdî, dê hêzê bide hewldana avakirina yekîtiya neteweyî jî. Avakirin û berfirehkirina toreke kurdî, dê danûstandinên di navbera aliyên kurdan de bi hêztir bike. Diyarkirina polîtîkayeke zimanî, zelalkirina bernameya nexşerêyeke demdirêj û damezrandina plansaziyekê erkeke sereke ya vê serdemê ye û li ser hemû kurdan ferz e.
Dozaja êrişên li ser kurdan, dibe ku di nava rewşenbîr, zimanzan û nivîskaran de bûye sedema bêhêvîtiyekê. Lê wek hatî gotin, ziman hê jî qadeke mezin a berxwedanê ye. Ji bo ku ew qada berxwedanê destkeftiyên siyasî yên mayînde bi xwe re bîne, pêwistî zêdetir bi bilindkirina wê berxwedanê heye. Rewşa kurdî ya îro, xisarên bingehîn ên li ser zarokên kurd û nifşên nû, banga berxwedanê ye ji bo hemû kurdan."