AMED – Derbarê polîsê bi navê Î.A. yê Efe Tektekîn ê 5 salî bi wesayîta zirxî kuşt, doz hat vekirin. Hat xwestin di navbera 2-6 salan de ceza li Î.A. bê birîn.
Li navçeya Rezan a Amedê, di 6'ê Hezîrana 2018'an de wesayîta zirxî ya polîsan pêl Efe Tektekîn ê 5 salî kiribû û kuştibû. Piştî kuştina Tektekîn, Dozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn dabû destpêkirin. Lêpirsîn bi dawî bû û îdianame hat amadekirin. Di îdinameyê de hat xwestin polîsaê bi navê Î.A. di navbera 2-6 salan de bê cezakirin. Îdianameya hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê ve hat qebûlkirin.
Berê jî wesayîta zirxî ya polîsan pêl kalê Efe Tektekîn ê 5 salî, Mehmet Tektekîn ê 65 salî kiribû û kuştibû. Piştî mirina Tektekînê 65 salî, 15 meh şûnde vê carê wesayîta zirxî pêl neviyê wî kir.
'Ê QISRÛDAR NE BERSÛC, ZAROKÊ 5 SALÎ YE!'
Di îdianameyê de bûyer wekî "qezayê" hatiye nîşandan û rapora pêzaniyê cih girt. Di raporê de hatiye diyarkirin ku Tektekîn ê 5 salî "qisûrdar" e û gava bêyî ji malbata wî kesek li cem wî hebe baz daye û xwestiye derbasî wî aliyê rê bibe û gava baz daye rê kontrol nekiriye. Di dawiya raporê de hatiye gotin ku "qisûrdarê serek" Tektekîn ê 5 salî ye û "qisûrdarê talî" jî ajovanê wesayîta zorxî Î.A. ye. Her wiha di îdianameyê de hat gotin ku qeydên kamera yên cihê bûyerê tunene. Hat derpêşkirin ku ne ku wesayîta zirxî li Tektekîn qelibiye, Tektekîn li wesayîtê qelibiye. Di îdianameyê de hat xwestin ku di navbera 2-6 salan de ceza li polîsê bersûc bê birîn.
'EZ Ê BIÇIM LI KÊ DIQELIBE BILA BIQELIBE'
Parêzerê malbatê Sedat Çinar jî anî ziman ku bêyî bê pirsîn ka ehliyeta polîsê bersûc a ji bo wesayîta zirxî heye yan na, bêyî bê pirsîn ka şahidên bûyerê hene yan na doz hatiye vekirin. Her wiha Çinar, da zanîn ku ew nizanin ka polîsê bersûc li ser kar e yan na û got: "Bûyerên bi vî rengî pir pêk tên. Ji bo yekê jî lêpirsîneke baş nayê kirin. Kesên ne ehlê ajotina wesayîtên zirxî ne, van wesayîtan dajon. Guh nadin canê mirovan. Çimkî dizanin wê neyên girtin. A rast ev ne 'mirineke biqisûr' e, 'mirineke gengaz' e. Yanî ferasetek wiha heye, 'ez ê biçim lê kê diqlibe bila biqelibe.'"
MA /Aydin Atay