AMED - Li Endamê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ku hat girtin Hasan Bûdak ê 76 salî, bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza hat birîn. Ji sedî 96 rapora astengdariyê ya Bûdak heye.
Li endamê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ku hat girtin Hasan Bûdak ê 76 salî 6 sal û 3 meh ceza hat birîn. Saziya Tiba Edlî, Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê ji sedî 96 rapora astengdariyê dabûn Bûdakê ku nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, wêneyê Hasan Bûdak ê 76 salî bi îtirafkaran hatibû teşxîskirin û li ser vê Bûdak di 15'ê Adara 2018'an de hatibû binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" jî hatibû girtin. Bûdak ku di sala 1991'ê de ji ber qezayekê felc bûbû û ji ber vê nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û Saziya Tiba Edlî, Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê, ji sedî 96 rapora astengdariyê dan wî, paşê hat berdan. Lê belê dîsa jî darizandina wî nehat rawestandin û Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê doz lê vekir û hat xwestin di navbera 5-15 salan de ceza lê bê birîn.
2 KESAN DEV JI ÎFADEYA XWE BERDA
Di îdianameyê de, îfadeyên yek jê aşkere 3 kesên sûd ji "qanûna poşmaniyê wergirtine" cih girtin. Di îfadeya wan de hatiye gotin ku wan Bûdak ji wêneyên wî teşxîs kiriye. Li gor îfadeyên îtirafkaran, hat gotin ku Bûdak di sala 1991'ê de li gundê Herîdan ê navçeya Pîran a Amedê "ji bo endamên rêxistinê zebze çandiye". Her wiha îtirafkaran derpêş kir ku endamê TÎP'ê Bûdak bernavê "Komunîst" bi kar aniye. Suleyman Şîmşek û Mehmet Cahît Çelîk ku îfade li ser Bûdak dan, diyar kirin ku ji ber mudaxileya polîsan îfadeyeke wiha dane û paşê dev ji îfadeyên xwe berdan.
'ENDAMÊ TÎKKOYÊ YE'
Ercan Tûcî yê bi bernavê Zerdeşt ku sûd ji "Qanûna Poşmaniyê" girtiye, di îfadeya xwe de derpêş kir ku gava li çiyê bûye çûye li gund çûye mala Bûdak û Bûdak "ew birêxistin" kiriye. Tûcî, dîsa derpêş kir Bûdak ji bo çêkirina bombeyê tûpekî biçûk ji wan re aniye û ji wan zebze çandiye. Her wiha di îdianameyê de Mehmet Çelîkê bi bernavê Rûhat û Ekrem Demîrê bi bernavê Agir îdia kirin ku Bûdak endamê TÎKKO'yê bûye û di nav rêxistinê de bernavê wî "Komunîst" bûye û li gund zebze û fêkî dane wan.
Di dosyeyê de ji xeynî îfadeya îtirafkaran wekî din tu delîl tunene û dozger jî ji bo Bûdak got, di qaada milisiyê ya PKK'ê de cih girtiye û xwest bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin.
Duh danişîna dawîn a Bûdak pêk hat. Lê belê ji ber ku Bûdak nikare rabe ser xwe, neviyê xwe kiribû wasiyê xwe û neviyê wî tev li danişînan dibû. Di danişîna dawî de dozger dîsa xwest Bûdak bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin.
Dadgehê jî di biryara xwe de got Bûdak, "endamê rêxistina terorî ye" û 7 sal û 6 meh ceza lê birî. Paşê dadgehê ji ber rewşa baş a Bûdak a di pêvajoya darizandinê de cezayê wî kêm kir, daxist 6 sal û 3 mehan.
MA / Aydin Atay