SÊRT - Koçerên ku berê ji ber qedexeyan nikaribûn biçûnan zozanan, niha jî Bendava Ilisûyê rêya wan î çûnhatinê girtiye.
Koçerên ku ji ber qedexeyan rêyên wan î çûnhatinê hatibûn girtin, niha jî ji ber Bendava Ilisûyê hindik maye rêya wan î çûnhatinê bê girtin. Hin koçerê ji Sêrtê diçin zozanên li Colemêrgê, hin jê jî ji ber rêyên wan î çûnhatinê hatine girtin û zozan hatine qedexekirin bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Koçer, diyar dikin ku ji ber vê yekê her diçe sewalvanî kêm dibe. Koçer Kenan Behlan (34), anî ziman ku ji ber astengî û qedexeyan hin koçeran dev ji sewalvaniyê berdaye.
BENDAVÊ RÊ LI BER WAN GIRT
Behlan, diyar kir ku her sal ji bo biçin Colemêrgê tam 2 mehan bi rê ve diçin, lê belê îsal di dema vegerê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane. Behlan, destnîşan kir ku piştî bendavê av girtiye gelek rêyên çûnhatinê hatine girtin û got: "Berê rêya ku 6 rojan diajot, niha ji be rbendavê 9 rojan dewam dike. Koçerên ji Sêrtê ber bi Êlihê ve diçin, berê di ser Misircê re bi rihetî diçûn Êlihê. Lê belê bendavê rê girtin. Sala bê wê rêya me dirêjtir bibe. Hûn nikarin di rêya sereke re biçin, heger hûn biçin wê heywan tî û birçî bimîne. Em jî nizanin em ê çi bikin."
Behlan, da zanîn ku qedexekirina zozanan didome û got, nexasim jî li hêla Herekol û Bestayê ji ber topbaranê mecbûr mane zû vegerin. Behlan, got: "Her diçe barê koçeran girantir dibe. Gundên em zivistanan lê diman, di bin avê de man. Her wiha ji ber topbaranê jiyana me di xetereyê de ye. Gava em zû ji zonana vedigerin em mecbûr dimînin êm bikirin. Ew jî pir biha ye."
‘HIN KOÇERAN DEV JI SEWALVANIYÊ BERDA'
Behlan, anî ziman ku bendav tenê ne ji bo koçeran ji bo gel û ji bo xwezayê jî zirar in. Her wiha Behlan, bal kişand ser guherandina avhewayê jî û got, ji ber van tiştan gelek koçeran dev ji sewalvaniyê berdaye.
Behlan, anî ziman ku ger ev pirsgirêk dewam bikin, wê gelek koçerên din jî dev ji sewalvaniyê berdin û got, her diçe hejmara heywanan jî kêm dibe.
MA / Metîn Yoksû