STENBOL – Nûçegihanên me Sadiye Eser û Sadik Topaloglû hatin girtin.
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamayê (MA) Sadik Topaloglû û Sadiye Eser ku di 29'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin, sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin û Dadgeha Cezayê Sulhê ya 3'yan jî derbarê wan de biryara girtinê da.
Li dadgeriyê, rojnamevan Sadik Topaloglû, tiştên pê tên tawanbarkirin qebûl nekirin û diyar kir ku îfadeya xwe ya li emniyetê dubare dike û got, ew rojnamevaniyê dike. Topaloglû, xwest bê berdan. Paşê Rojnamevan Sadiye Eser, diyar kir ku ew rojnamevan in û rojnamevaniyê dikin, tiştên pê tê tawanbarkirin qebûl nake û xwest bê berdan.
Piştî parastinan, dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" Eser û Topaloglû girt. Ji bo girtina Eser û Topaloglû, geştên wan î derveyî welat û dozên berê derbarê wan de hatibûn vekirin wekî hincet hatin nîşandan.
Eser, şandin Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê û Topaloglû jî şandin Girtîgeha Metrîsê. Paşê hat hînbûn ku Topaloglû, sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê kirine.