RIHA - Polîsan destûr nedan ku malbata Emîne Aslan Aydogan a li Girtîgeha Rihayê girtî bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, konê şînê dînin.
Emîne Aslan Aydogan a 64 salî ku li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Rihayê girtî bû ji ber nexweşîna wê ya ûr di gurçika wê de bû rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Aydogan a 16 meh in girtî bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Aydogan, di 10 rojan de 4 caran hat emeliyatkirin. Agahiya mirina Aydogan vê sibehê ji malbata wê re hat ragihandin. Malbata Aydogan, ku xwestin bi maşina cenaze, cenazeyê Aydogan bibin Wêranşarê, rastî astengiyê hat. Piştî malbatê bi derfetên xwe cenaze birin Wêranşarê û defin kirin, xwestin, li Qoserê konê şînê vedin. Qeyûmê Şaredariya Qoserê mala şînê neda malbatê. Dema malbatê xwest li Taxa Şahkulubey mala şînê vekin vê carê polisan destûr neda şînê. Malbata Aydogan, li ser astengiyên polîs û qeyûm şîn li mala xwe qebûl kirin.
Aydogan ku di sala 2018’an de ku rêvebera Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Wêranşarê bû, bi angaşta “endama rêxistinê ye” hatibû girtin û 8 sal û 7 meh ceayê hefsê lê hatibû birîn. Hat zanîn ku malbata Ayodgan ji bo berdana wê û dermankirina wê serî li Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Rihayê dabûn.