NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, bertek nîşanî polîtikayên Tirkiyeyê da û got: "Hem endamê NATO ye, hem ji diçe ji Rûsya S-400 dikire. Ev çawa endamtiya NATO ye?" Marcon, dîsa li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bertekên xwe anî ziman û got: "Li dijî koma ku bi mere li dijî DAIŞ'ê şer kirine şer dike. Ev mijarek stratejîk e."
Serokê dewletae DYA'yê Donald Trump û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, beriya civîna NATO ya li Îngîlistanê hatin cem hev. Marcon, di civînê de bertek nîşanî polîtîkayên Tirkiyê da û got: "Li aliyekî endamê NATO ye, li aliyê din diçe fuzeyên S-400 ji Rûsya dikire. Ev çawa endamtî ye. Dîsa li aliyê din li dijî kesên li ligel me bi DAIŞ'ê re şer kiriye şer dike. Ev bi rastî jî mijarek stratejik e. Ger ku em bixwazin aştiyek demdirêj ava bikin divê em pirsa 'Dijminê me kî ye?' zelal bikin. Divê bi awayekî çalak li dijî terorê têkoşîn bê kirin. Ez ji Tirkiyeyê zelaliyê dixwazim. Hem endamê NATO ye, hem jî ji Rusya S-400 dikire. Ev çawa çê dibe? Ev di aliyê teknikê de jî ne pêkan e.
Divê Tirkiye di mijara YPG'ê û S-400'an de xwe zelal bike."