NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî û rêxistinên civakî têkildarî kuştina 8 jê zarok 10 sivîlên li Til Rifat a herêma Şehbayê hatin kuştin, daxuyanî da û xwest her kes li hemberî vê bûyerê bêdeng nemînin. Saziyan, xwest ji bo rawestandina komkujiyên Tirkiyeyê dewletên cîhanê bi lez gavan bavêjin. Partiyan destnîşan kir ku ev komkujî sûcê Tirkiyeyê îspat dike.
Duh hêzên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê, li navçeya Til Rifat a Efrînê êrîşî sivîlan kirin. Di êrîşê de 8 jê zarok 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 10 kesên ku dîsa 8 jê zarok in birîndar bûn. Hevbendiya Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê û Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanî daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Partiyan di daxuyaniyê de diyar kirin ku ev êrîş sûcê Tirkiyeyê îspat dike û wiha cih dan daxuyaniyê: "Artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan ên tundraw ên girêdayî wê, duh li navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê li gundewarên bakurê Helebê komkujiyek pêk anî. Di encama topbarana bê serûber a tankên dewleta Tirk li ser navçeyê de, 10 sivîl şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn ku piraniya wan zarok in. Ev komkujî di rêzesûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlên herêmê pêk tînin, bêyî ku itîrafê bi qanûnên navdewletî û pîvanên mafên mirovan bikin. Ev jî îspateke nû ji kîna dewleta Tirk a dagirker a li hemberî pêkhateyên herêmê ye ku bi saya projeya Rêveberiya Xweser xwe bi awayekî demokratîk bi rêve dibin."
Partiyan, diyar kirin ku ev êrîş sûcê Tirkiye îspat dike û wiha li daxuyaniyê zêde kirin: "Ev komkujî û sûcên ku Tirkiye dike bi zelalî "wehşeta siyasî û leşkerî" ku rejîma Tirkiye gihiştiyê, îspat dikin. Rejîma Tirkiyê êdî xetariyeke cidî li ser tevahî cîhanê ye, ji ber ku ew piştgirê sereke ji terorê re ye ku her kesî dike hedefa xwe. Bêyî ku rêzgirtinê ji hikûmetên dewletên cîran re bigire destwerdanê li karên wan dike û şantajê wek şêweyê dan û standinê bi kar tîne. Bêdengiya navdewletî ya bitirs hişt ku dewleta Tirk sûc û kiryarên xwe li herêmê berdewam bike. Ev bêdengî dihêle ku Tirkiye û çeteyên girêdayî wê, sûc û binpêkirinên xwe li dijî şêniyên herêmê bi taybetî li herêmên ku dagir kirine wek Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bidomîne."
PARTIYAN KOMKUJÎ ŞERMEZAR KIRIN
Partiyan herî dawî komkujî şermezar kirin û wiha gotin: "Wek Hevbendiya Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanî em bi tundî komkujiya dewleta Tirk li Til Rifatê şermezar dikin û em tekez dikin ku Tirkiye başiyê ji bo herêmê naxwaze. Her wiha bi ti awayan hewl nade ku çarseriyê ji aloziya Sûriyê re bibîne, lê belê li ser hesabê gelên herêmê û ewlehî û istîqrara wan, ji bo vegerandina pirojeya dagirkeriya Osmanî dixebite. Em dîsa tekez dikin ku asta sûcên ku rejîma Tirkiyê gihîştiyê, destwerdana navdewletî ya pratîkî û lezgîn pêwîst dike. Eger ev destwerdan neyê kirin, em ê bi teror, sûc, qirkirn, tevlihevî û bêistîqrarbûnê re rû bi rû bimînin.”