ÊLIH – Li Êlihê 5 kesên di 27'ê mijdarê de hatibûn binçavkirin, piştî sewqî dadgehê kirin hatin girtin. Dozger xwest binçavkirina 13 kesên din jî dirêj bikin.
Li Êlihê polîsan di 27'ê Mijdarê de bi ser gelek malan de girtibûn û di navde endam û rêveberên KCD, ÎHD, HDP, Meclisa Dayikên Aştiyê, TJA jî heye 30 kes binçav kiribûn. Ji 30 kesên hatibûn binçavkirin 7 kes jê duh hatin girtin û 3 kes bi şertê kontola edli serbest hatibûn berdan. Îro jî 7 kesên din piştî binçavkirina 8 rojan sewqî edliyê kirin û der barê 13 kesan de jî biryar dan ku 4 rojên din di bin çavan de bimînin. Ji 7 kesên ku îro sewqî edliyêkirin jê 2 kes hatin berdan û 5 kes hatin girtin. Mustafa Erol û Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Nuran Seçkin bi şertê kontrola edlî hat berdan. Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Fatma Kapaligoz, Seyithan Tatar, Veysi Aslan, Sadrettin Yilmaz, Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Navendî Mehmet Salih Turmuş jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin û şandin girtîgehê.