STENBOL - 46 rojnamegerên ku endamên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ne û Rojnameya Hurriyetê ew ji kar derxistin ne, ji ber 40 rojin hêj mafê wan nehatiye dayîn, li pêş avahiya Hurriyetê ya Bagcilarê ya Stenbolê kom bûn û çalakî li dar xistin. Rojnamegeran diyar kirin ku ew dê mafê 45 rojnamegerên ku Koma Demîroren ew mexdûr kirine bistînin."
Rojnamegerên ku endamên TGS'ê ne û Rojnameya Hurriyetê ew ji kar avêtine, li pêş avahiya Hurriyetê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de 46 rojnamegerên ji kar hatin avêtin û Nûnerê Herêma Stenbol ê Turk-Îşê Adnan Uyar û nûnerên sendikayên girêdayî Turk-Îşê amade bûn. Serokê TGS'ê Gokhan Durmuş jî tev li daxuyaniyê bû û diyar kir ku 45 rojnameger ji ber endamên TGS'ê ne ji kar hatine avêtin û 40 roj borîn hêj karê wan nedane wan. Durmuş, anî ziman ku der barê Demîroren de serlêdana sûç dikin û xwest rayedar erka xwe pêk bînin. Durmuş, anî ziman ku sendîkabûn mafekî zagonî û qanûnî ye."