ENQERE - Li Enqereyê şîrketa Bozankaya A.Ş. 7 endamên Sendîkaya Birleşik Metal îşê ji kar avêt.
Li Navçeya Kazan a Enqereyê, Şîrketa Bozankaya A.Ş. 7 karkerên ku endamên Sendîkaya Birleşik Metal Îşê ne ji kar avêt. Şîrketê pieştî 10 karker di 29'ê mijdarê de ji kar hatin avêtin, niha jî 7 karkerên din ji kar avêtin. Karkerên ji kar hatin avêtin, li pêş fabrîqeyê çalakî li dar xistin. Piştî karkeran dest bi çalakiyê kirin, polîsên hêzên cevîk jî hatin pêş fabrîqeyê. Karkeran diyar kirin ku di civîna Serokê Lijneya Rêveber a Bozankaya beşdar bûbû de diyar kir ku dê destûr nedin endamên Birleşik Metal Îşê tev li civînê bibin.