Di 25'emîn salvegera Ozgur Ulke de: Em li ser şopa heqîqetê ne

  • rojane
  • 15:47 3 Kanûn 2019
  • |
img
STENBOL - Rojnamegeran di 25'emîn salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulke de, daxuyanî dan û diyar kirin ku wekî şopdarên çapemeniya azad li ser poşa heqiqete ne." 
 
Komek rojnameger di pêşengiya Rojnameya Yenî Yaşamê de bi minasebeta 25'emîn salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulke û kuştina rojnameger Ersin Yildiz, li pêş avahiya rojnameyê ya Kadirgayê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên civakî, parazvanên mafên mirovan û partiyên siyasî ji tev li daxuyaniyê bûn û li vir Rojnameger Ersîn Yildiz bibîr anîn. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut, Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakkı Boltan, Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya Ayşe Guney, Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskin û gelek kesên din amade bûn. Koma rojnamegeran di çalakiyê de pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" vekirin û dowîza “Ev agir dê we jî bişewitîne" û wêneyê Ersin Yildiz rakirin. 
 
'HER KU WAN BOMBE KIRIN ME JÎ DEWAM KIR' 
 
Ewil şahidê bûyerê Rojnameger Huseyin Aykol axivî û wiha got: "25 sal berê îro dema ez hatim vir, min dengê agirkujan bihîst. Li tenişta me kargeriyên pêlavan hebûn. Her dem tîner bikar dianîn. Min got belkî agir li cem wan derketiye. Ez hatim rojnameyê. Min dît ku avahiya rojnameyê şewitî ye. Agirkujê agir vedimirand. Ez hatim avahiyê rastî deriyekî reş hatim. Polîs hatibûn cihê bûyerê. Destûr nedidan em têkevin avahiyê. Tiştekî min bikira tune bû. Ez dîsa vegeriyam cihê karê kovarê. Tişta li rojnameyê pêk hatiye min xist manşeta kovarê. Piştre zîlê telefona kovarê lê ket. Yê digeriya Gulten Kışanak bû. Bang min kir û ez çûm me rojname derxist. Roja dîtir me  4 rûpel rojname çap kir. Dîsa rojnameya me li bayîyan bû. Piştevaniyek xurt dan rojnameya me. Her ku wan girt me vekir. Her ku wan girt me vekir. Piştî wê rojê heta niha me 46 rojname derxistin. Me wekî kevneşopiya çapemeniya azad heta niha 52 rojname derxistin. Wan 52 rojname girtin me derxist." 
 
Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskin jî anî ziman ku ji ber Rojnameyê dengê kesên li wê axê dihatin ji bîrkirin, bilind dikir û îhlalên mezin ên li Kurdistanê dinivîsî, hat bombekirin û wiha got: "Fermana bombekirinê wê demê Serokwezira wê demê Tansu Çiller bi xwe dabû. Li ser vê a xê rojnameya herî zêde rastî xeztan hat, Rojnameya Ozgur Ulke bû. Ji xebatkarê 9  salî heta  niviskarê 74 salî Musa Anter gelek xebatkarên wê hatin kuştin. Ji kesên fermana bombekirinê da Mehmet Agar, ji aliyê partiya îktidarê ve wekî serokê çeteyan hat darizandin. Lê niha Mehmet Agar û partiya îQtîdarê mil dane hev û bi hevre ne. Dîsa Tansu Çiller  bi partiya  îQtîdarê re mil daye hev û bi hevre dimeşin. Min ji roja rojname hat çapkirin heta niha li gel Ferda Çetin  parêzeriya rojnameyê kir. Ji wê rojê heta niha cihê vê rojnameyê di jiyana min de xwedî cihekî pir girîng e. Dema ez li vê rojnameyê difikirim, nişanî min dide ku ez mecbûrim têkoşîna parastina mafên mirovan bidim. Mi neçarî têkşîna mafên mirovan dike. Em li hemberî miriyên xwe deyndar in. Em deyndarê Apê Mûsa ne. Em deyndraê Ferhat Tepe û Hafız Akdemir in. Ji ber vê yekê divê em li rojnameyê xwedî derkevin û têkoşîna wan berdewam bikin." 
 
Berdevkê ÎRA'yê Hakki Boltan jî li ser binçavkirina rojnamegeran rawestiya û diyar kir ku dema hat bernameyê nûçegîhanê ETHA  Serdal Işık hat binçavkirin û nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya (MA) hêj  di bin çavan de ne. Boltan, anî ziman ku her meh rapora binpêkirina mafên rojnamegeran parve dikin û wiha got: "Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgeha vekirî. Heta niha 139 rojnameger girtî ne. Li tevahiya cîhanê ew qas rojnaemger ne girtî ne. Em wekî xebatkarên çapemeniyê dixwazin hevalên me yên hatine girtin bên berdan. 
 
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP) Ayşe Guney jî anî ziman ku kevneşopiya rêwîtiya 25 salan bi tevlêbûnên nû berdewam dike û wiha got: “Mîrateya herî girîng ji mere hiştine wêrekî û cesaret e. Rêya bingehin ku me ji rojnamegeran girt, wêrekî bû. Ev ji bo me rojnamegerên nû pir bi qîmet e. Di nava van 25 salan de buro hatin bombekirin. Rojnameger hatin kuştin. Cînayetên faîl nediyar pêk hatin. Rojnameger hatin binçavkirin û hatin girtin. Bi dehan rojnameger hêj girtî ne. Hevalên me yên li derve jî nikarin bi hêsanî karê xwe bikin. Mafê rojnamegeran ê siyaset û ragihandinê ji destê wan tê girtin. Li vî welatî rojnamger tên qetilkirin. Rojnamegerên welatên din jî tên vî welatî winda dibin. Welatê herî zêde jibo kuştina rojnamgeran guncav e Tirkiye ye. Em wekî rojnamegerên şopdarên mîrateya çabemeniya azad, em dê li ser şopa heqîqetê rêya xwe bi biryar û cesaret berdewam bikin. Pîşeya rojnamegeriyê li gorî rêgezan tê kirin. Em bang li her kesî dikin ku piştevaniyêxurt bikin." 
 
Piştî axaftinan li pêş avahiya ku hatibû bombekirin qurnefil danîn û Ersin Yildiz ê di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû bibîr anîn. 

Sernavên din

05/12/2019
16:44 Meşa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ji Lozanê dest pê kir
16:23 Di doza tacîza zayendî de de şahid hatin guhdarkirin
16:14 Karkerên PTT'ê dest ji kar berdan
16:03 Astengdaran 600 name ji parlamenteran re şandin
15:46 Di Doza Nisêbînê de 2 caran muebeta giran dan girtiyê nexweş Eroglû
15:46 Li Êlihê girtina siyasetmedaran hat şermezarkirin
15:45 18 meh şûnde îdîanameya kuştina endamên malbata Şenyaşar amade kirin
15:27 Guven: Tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin
15:03 Li Amedê Sempozyûma Enerjiyê: Em ê siyaseta bi çeka enerjiye dîl hatiye girtin nîqaş bikin
13:46 Li Amedê civîna 'yekitiya neteweyî'
13:32 Polîsên beşdarî danişînê nebûn îfadeyên wan li dadgehên cuda hatine sitendin
13:30 Banqaya Navendî: polîtîkaya kûr û diravê aşkera kir
13:28 Rojnameger Yûsûf Topaloglû hat girtin
13:21 Onlu: Ma serjêkirin kevneşopiya dewletê ye?
13:19 Nûçegihanê me Çaglar di danişîna ewil de beraet kir
12:41 9 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
12:17 'Komkujiya Til Rifatê stratejiya komkujiyê ye'
12:12 Pirtûka ‘Mehmet Tûnç û Bêkes’ hat qedexekirin
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 Di Mijdarê de 38 jin hatin qetilkirin, 13 zarok rastî îstîsmarê hatin
11:20 Dozger xwest rojnameger Topaloglu were girtin
10:47 'Em li dijî tecrîda di şexsê Ocalan de li gelê kurd tê ferzkirin derkevin'
10:40 DMME'ê Tirkiye ji ber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ mahkûm kir
10:14 33 karker, ji ber sendîkayî ne ji kar hatin avêtin
10:12 Dr. Guneş: Gefên Tirkiyeyê bi kêr nehatin, Fransa bi bandor bû
10:07 Ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê: Em dixwazin wekhev û azad bijîn
09:19 ‘Heta ku hêzên paramîlîter bişînin eniyê dê drama mirovahiyê neqede'
09:19 Bereketa zeytûnên Nîzîbê ji sedî 75 daket
09:18 Bi 40 lîreyî debara malbata xwe dike
09:18 Nerazîbûna ji bo girtina Topaloglû û Eser: Tirkiye bûye girtîgeha rojnamevanan
09:17 ‘Gel bedêla polîtîkayên şer ên AKP'ê dide'
09:16 Çemê Nîzîpê ji ber bermayiyên fabrîkayan bûye çemê jehrê
09:01 Endama Mor Dayanişmayê ku deriyê wê hat mohrkirin: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2019'AN
04/12/2019
17:30 Xwendekarên Qamişlo: Me nekujin!
17:02 Odeya Avahîsazan: Avahiyên li Sûrê hatine çêkirin, dişibin Zîndana Amedê
16:26 OHD: Li girtîgehên Marmarayê binpêkirina mafan zêdetir bûne
16:19 Eren Keskîn: Dixwazin bi rêbazên nijadperestiyê teşe bidin me hemûyan
16:02 Baroya Rihayê Hefteya Mafê Mirovan dê bi çalakiyan pîroz bike
16:00 Serokkomarî ji rewşa Aydogan a li hepisê mir agahdar bûye
14:38 Dadgehê di danişîna Şûle Çet de biyar da
14:38 Partiyên kurd ên ku sibê dicivin: Roj roja yekîtiya neteweyî ye
14:23 Civîna Bilind a Lîderan a NATO'yê dest pê kir
14:13 Sekreterê Giştî yê NATO'yê: Min bi Erdogan hevdîtin kir, em li ser pirsgirêkê dixebitin
14:04 ‘Ji bilî rêya rojnamegeriyê û berxwedanê tu çareyek din nîne’
14:03 Li Elbîstanê 3 HDP’î hatin girtin
13:08 Nor Zartong ji hilbijartina Patrîkê Ermen vekişiya û banga boykotê kir
13:00 KESK’ê banga beşdariya mitînga li Bakirkoyê kir
12:59 Di danişîna Şûle Çet de: Divê edaleta rast bê bicihanîn’
12:51 Mamosteyan Fêrgeha Dogayê boykot kir
12:32 Li Colemêrgê qezaya trafîqê: 2 kes mirî û 6 birîndar
11:46 PSAKD: Daxuyaniyên Erdogan ne jidilin
11:35 Rojnameya Yenî Yaşamê bi manşeta 'Bêşîrove' derket
11:35 Hevşaredarên Stewrê, Şemrex û Dêrikê sewqî Tarsûsê hatin kirin
10:53 Li Kocaeliyê 14 rêveber û endamên HDP’ê hatin girtin
10:29 Temel: Em sala 2020’an bikin sala seferberiya kurdî
Kirkaya: Doza kurd doza zimên e
10:27 Partiyên kurd bi rojeva 'yekitiya neteweyî' tên gel hev
09:54 Enstîtuya Kurdî girtina Sadiye Eser şermezar kir
09:20 Doz li polîsê Efe Tektekîn ê 5 salî kuşt hat vekirin
09:19 Li 'Komunîst'ê 76 salî yê nikare rabe ser xwe 6 sal û 3 meh ceza birîn
09:17 Bendava Ilisûyê rêya koçeran jî girt
09:16 Parêzera Berfîn Ozekê: Di raporê de zirara ku asîdê daye bedenê nehatiye nirxandin
09:15 Parêzerê malbata Şenyaşar: Wezîr, walî, qeymeqam hemû li wir bûn...
09:15 Qeyûm heqê avê buha kir: Ji 2 TL'yan bû 6,25 TL
09:14 Wezaretê ji bo mirina Tîlaver qîma xwe tenê bi tazmînatê anî
09:13 ‘Li ser çand û ziman asîmîlasyon û otosansûreke mezin heye’
09:12 ‘Dema xeydê nîne dem dema yekîtiyê ye’
09:11 Aktîvîsta TJA’yê Komî: Li Wanê emê xwe bigihînin hemû jinan
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2019'AN
03/12/2019
21:39 Rojnamevan Topaloglû û Eser hatin girtin
21:11 Şîna Emîne Aslan Aydogan a li girtîgehê jiyana xwe ji dest da asteng kirin
19:35 Bi hezaran xwendekar civîyan: Sûcdarên şer darizînin
19:09 Macron: Tirkiye li dijî hêza ligel me li dijî DAIŞ'ê şer kiriye şer dike
18:25 Partî û rêxistinên siyasî: Ev komkujî sûcê Tirkiyeyê îspat dike
18:07 Li Êlihê 5 kes girtin
17:54 Nûçegîhana me Altan serbest berdan
17:17 Rojnamegerên ji Hurriyetê hatin avêtin: Em ê mafê xwe bistînin
16:58 Hem wesayîta cenaze nedan û hem jî mele nexistin goristanê
16:46 Dozger bêyî îfadeya Eser û Topaloglû bigire ew sewqî dadgehê kirin
16:30 7 endamên Sendîskaya Birleşik Metal Îşê ji kar avêtin
15:47 Di 25'emîn salvegera Ozgur Ulke de: Em li ser şopa heqîqetê ne
15:35 Ji Alîkarê Serokkomar pirsî: Kê êrîşî Tîl Rifat kir?
14:59 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:56 Nûçegihana me Altan bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin
14:47 Aşçi: Tirkiye qirêjiyê dikire
14:40 ‘Divê helwest û pêşdaraziya li dijî astengdaran bê rakirin’
14:39 Li Nisêbînê nexweşê dil binçav kirin
14:35 Nûçegihanên me Eser û Topaloglu birin dadgehê
14:08 TJK-E: Bi êrîşa Til Rifatê dixwazin Kurdan bi temamî tune bikin
14:07 Ji Trûmp pirsa 'Ma hewceye ku Tirkiye parçeyek NATO'yê be?' hat pirsîn
14:00 Temellî: Rojnamegerên dibin çavan de berdin
13:49 Nûçegihana me Bêrîvan Altan birin dadgehê
13:37 Buldan: Krîza aborî ya kûr heye
13:04 Kesên ji bo Demîrtaş çalakî li dar xistibûn, hatin berdan
12:58 Girtiya 64 salî Aydogan jiyana xwe ji dest da
12:41 Temel: Bila faîlên Ozgur Ulke bên dîtin
12:24 ÎRA: Ne pêkan e ku mirov behsa azadiya çapemeniyê bikin
12:01 TEVDEM: Ji komkujiyê Rûsya, NY û HRW berpirsyar in
11:45 Baroya Amedê: Em jî şirîkê vî sûcî ne
11:40 Di meha Mijdarê de herî kêm 39 jin hatin qetilkirin