STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtinê serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan. Parêzer Newroz Uysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2’yê gulanê, 22’yê gulanê, 12’ê hezîranê û 18’ê hezîranê û 7’ê tebaxê de li gel miwekîlê xwe Ocalan hevdîtin kiribûn.
Ji 7’ê tebaxê heta niha dozgeriyê bersivek neyînî anjî erênî nedaye parêzeran.