EDENE - Komîsyona Mafê Astengdaran a Baroya Edeneyê, derbarê pirsgirêkên astengdar dijîn de, daxuyanî da û got: “Ji bo ku pirsgirêkên astengdaran ji holê bên rakirin, berî her tiştî divê helwest û pêşdaraziya li dijî astengdaran ji holê bên rakirin.”
Komîsyona Mafê Astengdaran a Baroya Edeneyê, bi boneya 3’yê Kanûnê Roja Astengdarên Cîhanê, civîna çapemeniyê li dar xist.Civîna li Edliya Edenê hat lidarxistin. Li ser navê komîsyonê Parêzer Bahar Melek Ogru daxuyanî da û got: “Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di 3’yê Kanûna 1992’yan de, 3’yê Kanûna weke Roja Astengdarên Cîhanê qebûl kir.”
‘JIYANEK BIRÛMET Û AZAD’
Ogru, diyar kir ku ji bo ku pirsgirêkên astengdaran ji holê rabin, berî her tiştî divê helwest û pêşdaraziya li dijî astengdaran ji holê bên rakirin û wiha axivî: “Di vê çarçoveyê de, divê li dibistanan, cihên perwerdê û di nava civakê de xebatên hay jê hebûnê bên meşandin. Dîsa divê medya têkildarî mafê astengdaran berpirsiyartiya xwe bi cih bîne. Ji bo ku astengdar jî jiyanek birûmet û azad bijin. Divê mafên wan bên naskirin.”
‘ASTENGDAR JI JIYANÊ TÊN DÛRXISTIN’
Serokê Şaxa SES’ê ya Edeneyê Mûzaffer Yuksel jî daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Astengdar di jiyanê de rastî gelek astegiyan tên. Îro bi her awayî astengdar ji jiyanê tên dûrxistin. Em dixwazin ev pêkanîn bi dawî bibim. Bi boneya vê rojê ez Roja Astengdarên Cîhanê 3’yê Kanûnê li astengdaran pîroz dikim.”