STENBOL – Nûçegihanên me Sadiye Eser û Sadik Topaloglu yên di binçavan de ne ji Emniyeta Stenbolê ji bo îfade bidin dozger birin Dadgeha Çaglayanê.
Nûçegihanên ajansa me Sadiye Eser û Sadik Topaloglu yên di 29’ê mijdarê de li navçeya Beyogluya Stenbolê hatibûn binçavkirin îfadeyên wan ên li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê bi dawî bûn. Piştî îfadeyên li emniyetê Eser û Topaloglu ji bo îfade bidin dozgeriyê birin Dadgeha Çaglayana Stenbolê.
Eser û Topaloglu bi angaşta “endamên rêxistinê ne” tên sûcdarkirin.