MÊRSÎN – Nûçegihana me Bêrîvan Altan a 8 roj in di binçavan de ye ji bo îfade bide dozger birin Dadgeha Mêrsînê.
Nûçegihana Ajansa Mezopotmayayê Bêrîvan Altan a 26’ê mijdarê de li Enqereyê hat binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê piştî îfadeyên li emniyetê birin Dadgeha Mêrsînê. Li emniyetê derbarê Altan de bi angaşta “endama rêxistinê ye” muamele hat kirin. Altan tewanbariya li ser xwe red kir û got ew rojnameger e.
Tê payîn kêliyên pêş dozger îfadeyên Altan bigire.