ENQERE - Hevseroka Gişti ya HDP'ê Pervîn Buldan, di koma HDP'ê ya meclisê de bal kişand ser krîza aborî û wiha got: "Yên dibêjin ez xizanim û krîza aborî heye tên girtin. Em li vir aşkere dibêjin Krîza aborî ya Kûr heye. Krîza niha ji krîza 2001'an kûrtir e. Dîsa dizî heye. Dizê herî mezin îqtîdara AKP'ê ye." Buldan, fîltreyên santrala termîkê jî rexne kir û got: "Hişmendiya AKP'ê ji duxana bacên santrala termîkê qirêjtir e. Divê AKP berî her tiştî fîltrê têxe hişmendiya xwe."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna koma HDP'ê de bal kişand ser geşedanên nava hefteyê. Buldan, ewil mêvanên li salonê silav kir û wiha got: "Welatiyên me yên astengdar di nava me de ne. Hemû bi xêr hatine. Duh ji Girtîgeha Edîrneyê agahiya em xistin nava fikaran gihişt me. Rewşa brêz Sehahattîn Demîrtaş, em xistin nava fikaran. Hevalên me yên parlamenter duh çûn hevdîtin pêk anî. Îro jî hevalên me çûn Edîrneyê. Em fêr bûn ku rewşa wî baş e. Ew sewqî nexweşxaneyê kirine. Rewşa wî baş e."
Buldan, anî ziman ku 3 sal in, Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag li dijî hiqûqê 3 salin girtî ne û wiha axivî: "Dîsa hemû parlamenter û hevşaredarên me li dijî hiqûqê girtî ne. Divê hemû girtî bi lez bên berdan. Ger ku tiştek bê serê wan berpirsiyar hikûmet e. Îro 3 kanûnê ye. Rojnameya Ozgur Ulke di sala 1994'an de hat bombekirin. Wê demê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da. Em wî bibîr tînin. Wê demê bi kuştinê, bombekirinê xwestin çapemeniyê bêdeng bikin. Lê bi ser neketin. Niha dixwazin bi girtinê çapemeniye bêdeng bikin. Lê li vî welatî çapemeniya azad tu carî bêdegn nebû û tu carî bêdeng nabe. "
HDP DENGÊ ASTENGDARAN E
Buldan, bi minasebeta roja astengdaran ji bal kişand ser mafê astengdaran û wiha axivî: "Îro nifûsa Tirkiyeyê ji sedî 13 astengdar e. Stantarta jiyana astengdaran, jiyana stantara welatekî nîşan dide. Îro astengdar ji hemû mafê xwe bêpar dimînin. Divê astengdar wekî nerînek navendî bê dîtin. Ji bo astengdarî bê rakirin divê em vê meseleyê wekî erka xwe ya sereke bibînin. Divê em feraseta şaş a li hemberî astengdaran ji holê rakin. Daxwaza wan hemwelatîbûna wekhev in. Em jî wekî HDP'ê ji bo mafê wan ê welatîbûna wekhev heta dawî diparêzin û li pişt vê daxwazê ne. Em dibêjin astengdar ne bi tenê ne. HDP li pişt we ye û dengê we ye."
HER ROJ JIN TÊN KUŞTIN
Her roj cînayetên jinê pêk tên. Delîl, faîl û şahid li holê ne. Lê bersûc nayê cezakirin. Ji ber daraz bersûcan naşopîne û ceza nake, rê li pêş cînayetan vedike. 10 kes li Kizilayê kom bibin û dengê xwe bînin ziman bi sedan polîs li dora wan kom dibe. Lê jinek rasti tundiyê bê daraz doza wê naşopîne. Ji ber vê yekê cînayet di çavdêriya dewletê de pêk tê. Tenê îsal 390 jin hatin qetilkirin. Em bang li jinan dikin tu carî bêdeng nebin. Em HDP li pişt we ne. Têkoşîna we tekoşîna HDP'ê ye. "
EDALET Û HIKÛQ TUNE YE
Buldan, bal kişand ser zêdebûna cînayeta jinan û cînayeta karkeran û wiha pêde çû: "Ev cînayet nîşan dide ku edalet, hiqûq li vî welatî tune ye. Daraza heyî ji bo berjewendiya îktîdarê biparêze heye. Îktîdara ku welatiyan naparêze 24 saetan bi HDP'ê mijûl dibe. Bi Amepsporê mijûl dibe. Îktîdara ku ji futbolê ditirse heye. Gel li pişt Amedsporê ye.
DOZGERÊ AKP'Ê DERKETINE NEÇÎRA HDP'Ê
Di navde rojnameger, sendîkavan, parazvanafên mafên mirovan jî di navde 150 kes hatin binçavkirin û gelek ji wan hatin binçavkirn. Di mehek dawî de zêdeyî 350 endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin û gelek ji wan de hatin girtin. Dozger û dadgerên AKP'ê raste rast derketine neçîra HDP'ê. Endamên DAIŞ'ê li derve serbest digerin. Lê nayên binçavkirin û nayên girtin. Li aliyê din HDP siyaseta demokratîk dike, her roj endam û rêveberên HDP'ê, hevşaredarên HDP'ê tên binçavkirin û girtin. Her roj jin tên kuştin. Kujerên wan nayên binçavkirin û girtin. Lê di mehekê de zêdeyî 350 HDP'î hatin binçavkirin. Ger ku li sûc digerin, wêdemê divê li kesên li kêleka xwe dimeşîn binerin. Qeyûm berdewama dewleta paralel e. Ev rejîma qeyûman tayîn dike, rejîma înkar, tunekirinê ye. Îqtîdara AKP'ê tenê astengiyek li pêş wan heye. Ew jî HDP ye. Ji ber ku ji HDP'ê ditirsin dixwazin HDP'ê tune bikin. Ji bo îqtîdara xwe saqlem bikin berê xwe didin HDP'ê û dixwazin HDP'ê tune bikin. Lê xwe dixapînin. Nikarin HDP'ê tune bikin. AKP û MHP dê biqede, lê tu carî HDP naqede. Ji ber ku em ji kevpeşopiya ku me 12'ê ÎLonê dîtiye hatine. Em ji kevhepoşiya kesên bedelên herî giran dîtine tên. Em li gel komkujiya Çorum, Sîwas, Mereş û bajarên din disa dengê xwe bilind dikin."
CIVAKA ELEWÎ DIKIN HEDEF
Buldan, bal kişand ser êrişên li ser civaka elewî jî û wiha berdeam kir: "Di rojên dawî de dîsa malên elewiyan xêz dikin û dikin Hedef. Dîsa dixwazin Çorum û Mereşê dubare dikin. ÎŞÎD û OSO li Sûriye berê xwe didin Elewiyan. Li vir jî berê xwe didin elewiyan. Ev ji hev ne serbixwe ye. Em dibêjn destê xwe ji ser elewiyan vekişinin. Tişta hûn bikin hûn hurmetê nîşanî baweriya elewiyan bînin. Heta niha we kijan pirsgirêkên elewiyan çareser kiriye ku hûn mafê axaftinê di xwe de dibîne. Em bang li civaka elewî dikin û dibêjin, qet xema nexwe. HDP li pişta we ye. HDP dengê we ye."
EV GEL TU CARÎ BÊDENG NABE
AKP dixwaze Kurdan bi qeyûman, elewiyan bi îşaretan, jinan bi kuştinê, rojnamegeran bi girtinê encam bistîne. Lê heta niha encam negirtiye, ji niha û şûnde jî nikare encamê bistîne. Vî gelî heta niha li dijî tecrîdê bêdeng nebûye. Ji niha û şûnde jî bê deng name. Li pişta me bi milyonan gel heye. Em tu carî têk neçûn em ji niha û şûnde jî dest ji têkoşîna demokrasî û azadiyê bernadin. Em naçin em li vir in. Em her dem hebûn em ê hebin. Soza me ji mazlum, îbrahîm, belgînan re heye. Em soz didin ku dê her dem meşaleya azadiyê geş bibe."
KRÎZA KÛR HEYE
Buldan, heri dawî bal kişand ser pirsgirêkên aborîe û wiha got: "Hemû welatî deyndar e. Her roj zem dibe. AKP'ê çavê xwe berdaye perê karker, çotkar û welatiyan. Krîza aborî her roj zêde dibe. Welatî êdî nikare debara xwe bike. Lê derdê AKP'ê Balafirên F-35 û S-400. Derê AKP'ê gule û meaşê OSO ye. Karker bêje ez betal im, xizan bêje ez birçî me, dê bên girtin. Ev Tirkiyeya rejîma yek zilamî ye. Di demek nîzîk de krîzê ji alfebeyê derxin qet çaş nebin. Yên dibêjin krîz heye tên girtin. Niha ji sala 2001'an krîza mezintir heye. Em li vir dibêjin, krîzer pir kûr heye. Krîz li Qesre nayê dîtin. Ji ber ku ew nizanin gel çi dijîn. Welatiyên pere nabine û întîhar dike, Qesr pereyan li şer xerç dike, pereyan di ser xwe re davêje. Pere ji destê çatal û kevçiyan re heye. Ev pergala serokwezîrtiyê ye.
DIVÊ BERÊ FÎLTÊ TEXIN MEJIYÊ XWE'
Buldan, bal kişand ser santralên termikê û wiha got: "Termîkê Sentrîlê derdorê qirêj dike. Divê bi lez fîltrê têxe van standalan. Lê divê berî her tiştî fîltê têxe hişmendiya AKP'ê. Hişmendiya îqtîdarê ji dûxana santralên termikê ne cudatir e."