RIHA – Emîne Aslan Aydogan a li Girtîgeha Rihayê girtî bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Emîne Aslan Aydogan a 64 salî ku li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Rihayê girtî bû ji ber nexweşîna wê ya ûr di gulçika wê de bû rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Aydogan a 16 meh in girtî bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku di nava 10 rojan de 4 caran hatiye emeliyatkirin. Agahiya mirina Aydogan vê sibehê ji malbata wê re hat ragihandin.
Aydogan ku di sala 2018’an de ku rêvebera Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Wêranşarê bû, bi angaşta “endama rêxistinê ye” hatibû girtin û 8 sal û 7 meh ceayê hefsê lê hatibû birîn. Hat zanîn ku malbata Ayodgan ji bo berdana wê û dermankirina wê serî li Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Rihayê daye.
Aydogan a jiyana xwe ji dest da rakirina morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Hat zanîn ku malbat dê piştî otopsiyê cenaze bibin Wêranşarê defin bike.