QAMİŞLO - TEVDEM'ê têkildarî komkujiya Til Rifatê ku têde 9 jê zarok bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek da û ji komkujiyê Rûsya, NY û HRW berpirsyar girt.
Duh berê êvarê, Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) êrîşê bajarê Til Rifatê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribûn û komkujiyek pêk anîbûn. Di vê komkujiyê de 9 jê zarok bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî komkujiyê daxuyaniyeke nivîskî da û hêzên navneteweyî ji komkujiyê berpirsyar girt.
LI BER ÇAVÊN CIVAKA NAVNETEWEYÎ TÊN QETILKIRIN
Di daxuyaniye TEVDEM'ê de ev tişt hat gotin: "Gelê me li Şehbayê koçber e. Li ser hêviya vegera li Efrînê û bi biryara navdewletî ji bo mîsogeriya selametiya vegerê, dijîn. Li herêma Şehbayê ji ber rewşa şer û rûxandinê ku di encama şerê di navbera komên terorîst de, tu şertên jiyanê tune ye. Gelê me sermaya zivistanê, germahiya havînê û bêyî ku rêxistin û saziyên navdewletî destekê bidin, derbas dike. Gelê me ji aliyê dagirkeriya Tirk a terorîst û çeteyên wê ve li beramberî çavên tevahî civaka navdewletî û rêxistinên kar û barên mirovî rastî êrişan hat. Çi qanûn e ku derfetê dide bêdengiya li beramberî van sûcan? Gelo qanûna navdewletî heye? Tu rewabûna navdewletî ku derfetê bide ku îradeya sivîlan bike hedef, heye?"
DEWLETA TIRK BÛYE ÇAVKANIYA BÊARAMIYÊ
Dxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tirkiye hiqûqa navneteweyî bin pê kiriye û zarokên di hewşa dibistanê de kiriye hedef û di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat ragihandin: "Dewleta tirk bûye çavkaniya bêaramiya herêmê. Ji ber kîna li dijî gelê herêmê û bi taybet gelê Kurd hevsengiya xwe winda kiriye. Koçberên ji Efrînê li herêma Şehbayê rastî hemû cureyên binpêkirin, sûcên şer û topbarana rojane li dijî herêmên ku sivîl tê de dijîn, hatin. Hemû kesên hatin hedefgirtin, sivîl in. Heta kampên ku sivîl di wan de dijîn, ji êşa şer bê par neman."
BERPIRSYAR RÛSYA, NY Û HRW NE
TEV-DEM'ê destnîşan kir ku ji komkujiyê Rûsyayê ku li bakurê Helebê hêzên wê hene û bi Tirkiyeyê re peyman îmze kiriye berpirsyar digirin û bal kişand ser berpisryariya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW). TEV-DEM'ê bang li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û ev tişt got: "Em li pey sozên xwe ne, berpirsyariyên xwe yên sincî pêk bînin û bi lêpirsîneke navneteweyî kesên sûc kirine tespît bikin. Bi vê yekê re divê ku mafê zarokê li ser axa xwe dijî û ji aliyê terorîstan ve tê qetilkirin bê pirsîn."