ENQERE - Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestîn in, rapora xwe ya cînayetên jinan a meha Mijdarê aşkere kir. Di vê mehê de, herî kêm 39 jin hatin qetilkirin û di 11 mehên salê yên derbas bûyî de jî herî kêm 430 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin.
Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestîn in, rapora xwe ya cînayetên jinan a meha Mijdarê aşkere kir. Li gorî raporê, di meha Mijdarê de, zilaman herî kêm 39 jin qetîl kirin. Li Tirkiyeyê, di 11 mehên derbasbûyî yên sala 2019’an de, herî kêm 430 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin.
Platforê raporê de diyar kirin ku jin herî zêde bi çekê hatine kuştin û derbarê kuştinên jinan de ev agahî dan: “8 jin bi amûrên birînê, 5 jin bi lêdanê, 3 jin bi madeya kîmyewî, 3 jin ji bilindahiyê ketin, jinek bi xeniqandinê û jinek jî hem bi madeya kîmyewî û hem jî ji bilindahiyê ketin hatin kuştin. Di heman demê de awayê kuştina 5 jinan jî nehat tespîtkirin.”
'JI ALIYÊ ZILAMÊN NÊZÎ XWE VE HATIN KUŞTIN’
Platformê di dewama rapora xwe de ev agehî dan: “Di meha Mijdarê de ji 39 jinên hatin qetilkirin 11 jê nehat zanîn ku ji aliyê kêve hatine kuştin. 11 jin ji aliyê hevjînê xwe ve, 2 jin ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, yek jin ji aliyê heskiriye xwe yê berê ve, 4 jin ji aliyê bavên xwe ve, 3 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 2 jin ji aliyê kurên xwe ve, yek jin aliyê birayê xwe ve û 4 jin jî ji aliyê heskiriyên xwe ve hatin kuştin.
30 JIN DI MALÊN XWE DE HATIN KUŞTIN
Di meha Mijdarê de herî zêde jin li bajarên weke Stenbol, Antalya û Îzmîrê hatin kuştin. 39 jinan 30 jê di malên xwe de hatin kuştin.”