STENBOL - Polîsan Nûçegihanê ETHA Serdal Işik binçav kirin.
Polîsan Nûcegîhanê Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) Serdal Işik, dema nûçe dişopand binçav kirin. Polîsan Işik li Rawestgeha Tramvay a Beyazitê binçav kirin û birin. Sedema binçavkirina Işik nehat zanîn.