MÊRDÎN – DEDAŞ'ê li Mêrdînê bi hinceta "Deynê ceyranê yê çotkaran heye" li 240 gund û gundikan ceyrana welatiyan qut kir. DEDAŞ' piştî ceyrana hemû kesên deynê wan ê ceyranê heye û tune ye qut kir, welatî bê av û ceyran man û mexdûr bûn. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan.
DEDAŞ'ê li Mêrdîn bi hinceta deynê 5 hezar û 800 cotkaran ên ceyranê heye, ceyran jiser 240 gundan qut kirin. DEDAŞ'ê ku ceyrana hezar û 453 rençberan qut kir, bû sedema bertek u nerazûbûna welatiyan. Welatiyên ku hemû kar û barên wan bi ceyranêye, piştî ceyran ji ser wan hat qutkirin mexdûr bûn. Bi qutkirina ceyranê re av jî qut bû û çotkar nikarin avdaniya zeviyên xwe jî bikin. DEDAŞ’ê bi hinceta dayn heye ceyran ji ser 240 gund û gundikan qut kir û welatî bê av û ceyran hiştin. Welatiyan bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku wan bi ceyranê ceza dikin.
Keyayê Gundê Sindoqîyê Îsmaîl Kurtuluş, diyar kir ku bê navber ceyrana wan qut dikin û wiha got: "Ji ber ceyranê qut dikin cilşo, sarinc û amûrên elektronik ên welatiyan tev xera dibin. Dîsa ji ber ceyranê qut dikin welatî bê av dimînin. Ji ber ceyran tune av jî qut dibe. Welatiyên bê av û ceyran dimînin tên serî li keyayan didin. Her roj tên pirsa "Ceya ceyran tune, çima av tune û pirsan ji min dikin. Gundî tev mexdûr in".
Serokê Komeleya Rençberên Qoserê Mikail Erbey jî anî ziman ku DEDAŞ'ê bi hinceta "Deynê rençberan ê ceyranê heye" ceyran ji ser gundiyan qut kirine û wiha got: "Niha li beriya Mêrdînê dest bi çandiniya genim kirine. Ji bo vê yekê divê avdanî bê kirin. DEDAŞ'ê hemû xetên ceyranê qut kirine. Niha li gundan ava vexwarinê jî tune ye. Dixwazin bi ceyran û avê gundiyan terbiye bikin.
Erbey, destnîşan kir ku ger pirsgirêka wan çareser nebe dê li serî li dadgeha îdarî bidin. Erbey, anî ziman ku rençber qezenç nekin dewlet jî nikare qezenc bike.
MA / Ahmet Kanbal