STENBOL – Qedexeya derketina derveyî welat a danîbûn ser rojnameger Hasan Cemal hat rakirin.
Rojnameger Hasan Cemale di 1’ê kanûnê roja yekşemê dema xwest ji Balafirgeha Stenbolê biçe Berlînê, polîsan dest danî ser pasaporta wî û qedexeya derketina derveyî welat danîbûn ser. Parêzerê Cemal, Fîkret Îlkîz bi daxwaza rakirina qedexeya derketina derveyî welat serî li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê da.
Dadgehê serlêdana parêzer nirxand û biryar da ku pasaporta Cemal paş de bidinê û qedexeya derketina derveyî welat ji serê rakir.