'Rojnamevan bi destdirêjiya darazê re rû bi rû ne’

  • rojane
  • 10:00 3 Kanûn 2019
  • |
img

STENBOL – Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê  Ferhat Çelîk bertek nîşanî zextên li ser rojnamevanan da û got: “Kuştinê gav bi çapemeniya azad paş de neda avêtin, di salên dawî de dixwazin bi girtinê ‘terbiye’ bikin.” Hevdîrokteroê MLSA’yê Parêzer Veysel Ok jî diyar kir ku rojnameger bi destdirêjiya darazê re rû bi rû dimînin û banga hestiyariyê kir. 

Zextên li ser rojnamevanan zêde dibin. Rojnamevan tên binçavkirin û girtin. Herî dawî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Rûken Demîr û nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin li Îzmîrê di 12’ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin û bi angaşta “endamên rêxistinê ne” hatin girtin. Nûçegihana Ajansa Mezopotmayayê Bêrîvan Altan jî di 26’ê mijdarê de li Enqereyê hat binçavkirin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Sadik Topaloglu û Sadiye Eser jî di 29’ê mijdarê de li Stenbolê hatin binçavkirin. Nûçegihanên ajansa me hêj di binçavan de tên ragirtin û biryara nepeniyê danîne ser dosyeyên lêpirsîna wan.
 
Rojnamevanan bertek nîşanî zextên li ser rojnamevanan dan û diyar kirin ku her serdem zextên giran li ser çapemeniya kurd hene û ev zext didomin. 
 
‘WE BANGÎ KÎJAN ME KIRIYHE KU EM NEHATINE?’
 
Ji edîtorên rojnameya Bîrgunê Ûgûr Şahîn anî ziman ku ew elimîne zextên li ser çapemeniyê û wiha got: “Ev demek dirêj e li Tirkiyê rojnamevan ji ber sedemên nayêzanîn bi lêpirsînên nepen tên binçavkirin û girtin. Em dixwazin pîşeya xwe bikin. Em neçarin ku li dijî zextên îqtîdarê li ber xwe bidin. Ji ber ku em rastiyê ji gel re radigihînin ev zext li me tên kirin. Loma îqtîdar dixwaze li gorî xwe me ceza bike. Gelek hevalên me di serdegirtinên malan de tên binçavkirin. Em jî ji wan dipirsin we bang kîjan li me kiriye ku me nehatiye îfade nedaye? Binçavkirin û girtina li dijî rojnamegeran êrişek li dijî me hemûyan e.” 
 
‘YÊN NAKEVIN BIN BANÊ WAN, ZEXT LI WAN TÊN KIRIN’ 
 
Şahîn da zanîn ku zext û êrişên li dijî ajansên wek Ajansa Mezopotamya, rojnameyên wek Yenî Yaşamê, Bîrgun, Evrensel û Cumhuriyetê ne tesadufî ne û got: “Îqtîdar ji Ewropayê re dibêje ‘binêrin va weşanê dikin. Em çiqas welatek azad in.’ Lê zextên li ser van rojnamevanan her kes dizane. Tenê ne binçavkirin, ev rojname û ajans di heman demê de bi zextên aborî re jî hevrû dimînin. Ji ber vê yekê ev yek hemû nîşaneyên helwesta zextdar a îqtîdarê ne.” 
 
‘MEDYA DI REWŞEK PERÎŞAN DE YE’ 
 
Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk jî destnîşan kir ku li Tirkiyê medya di rewşek perîşan de ye û wiha got: “Îqtîdara AKP’ê dibêje û medya hawizê jî dileyîze. Rojnamegerên ku bi weşangeriya xwe aramiya wan xera dikin, bi rêbazên serdema despotiyê dixwazin bi destê polîs û darazê bêdeng bikin. Di heman demê de bi derxistina rêziknameyan weşangeriyê dixin zorê. Bikaranîna gelek têgehan qedexe dikin. Hêj çend roj berê jinek pîr ji ber got ‘we xwar û xwer û hûn têr nebûn’ giliyê wê hat kirin û binçav kirin. Gel di bin zextên giran ên siyasî û aborî de dike nale nal û rojnamegerên dibin dengê vî gelî jî para xwe ji vê nale nale digirin.” 
 
‘EM JI BO RASTIYAN CANÊ XWE DIDIN’ 
 
Çelîk diyar kir ku çapemeniya azad ji salên 1990’î ve rastiyan hemû bi awayek şênber ji dinyayê re radigihîne û bi canê xwe bedelên mezin dide û got: “Kuştinê gav bi çapemeniya azad paş de neda avêtin, di salên dawî de dixwazin bi girtinê ‘terbiye’ bikin.” Ji stajyeran bigire heta xwediyên îmtÎyazê, ji xebatkarên çapxaneyan bigire heta belavkar û kebaniyên wan saziyan yên nehatibe binçavkirin û doz li wan nehatibe girtin tune ne. Herî dawî sê hevpîşeyên me nûçegihanên Ajansa Mezopotmya hatin binçavkirin. Ji bo ku raya giştî û bi taybetî jî Ewropa bertek nîşan nede hevalên me rojnameger bi angaştên bêbinî didin girtin.” 
 
‘ROJNAMEGER BI DESTDIRÊJIYA DARAZÊ RE HEVRÛ DIMÎNIN’ 
 
Hevdîrektorê Komeleya Xebata Hiqûqê ya Medyayê (MLSA) parêzer Veysel Ok jî da zanîn ku heta li Tirkiyê serxwebûna darazê pêk neyê heta dixwazin bila pakêt û reformên darazê derxin lê dê dîsa jî encam neguhere û wiha got: “Niha li Tirkiyê yek ji pirsgirêkên herî mezin pirsgirêka kurd e. Rojnamegerên têkildarî pirsgirêka kurd nûçeyan çê dikin hemû di bin destdirêjiya darazê de ne. Hin rojnameger tên berdan hin rojnamegeran binçav dikin û digirin. Şûna rojnamegerên tên berdan vala nahêlin. Ev yek ji ber pirsgirêka kurd xwe dide nîşandan. Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, dê rojnamegerên ku pirsgirêka kurd dinivîsinin di bin zextan de bin. Em wek MLSA’yê li dijî van binçavkirin û girtinan di nava piştevaniyê de ne. Lê divê hin bêtir piştevaniya li dijî zextên ser rojnamegeran zêde bibe.” 
 
MA / Erdogan Alayûmat 
 

Sernavên din

03/12/2019
11:31 Zehmetiyên wan ên herî mezin: Sersarî, ragihandin û bêkarî
11:26 Polîsan Nûçegîhanê ETHA Işik binçav kirin
11:20 HDP: Zextên li ser çapemeniya azad kevneşopiya dewletê ye
11:15 Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Esper peyam da Tirkiyê: Ez ji YPG’ê re nabêjim terorîst
11:14 DEDAŞ'ê 240 gundî ceza kirin: Gel bê av û ceyran man
11:01 Qedexeya derketina derveyî welat a Hasan Cemal hat rakirin
10:00 'Rojnamevan bi destdirêjiya darazê re rû bi rû ne’
09:18 Ergul: Divê parazvanên jiyanê ji bo Heskîfê dengê xwe bilind bikin
09:17 Wê doza derbarê gundiyên hatibûn îşkencekirin de ji nû ve pêk bê
09:16 Gava mesele bê ser HDP'ê, deynên 40 sal berê jî tê bîra saziyên fermî!
09:16 Bulbul: Dewlet qanûnên xwe bin pê dike û sûc dike
09:15 'Tevlîbûna şahiya Newroz û stranên kurdî sûc hatin hesibandin'
09:14 Emîne Şenyaşar ku hevjînê wê û 2 kurên wê hatin kuştin: Çima kurê min nayê berdan?
09:13 Her 3 bira bi 50 lîreyî êzingan hûr dikin
09:13 Qewimînên li Iraqê, pêvajoya qanûna bingehîn û tesîra wê ya li ser Başûr...
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2019'AN
08:23 Îfadeya nûçegîhanê me Eser û Topaloglu hat girtin
02/12/2019
17:26 Jinan li ber Girtîgeha Bakirkoy a Jinan çalakî li dar xistin
17:08 Selahattîn Demîrtaş sewqî nexweşxanê kirin
16:50 'Li Pasûrê hin malbat li dijî HDP'ê tên sorkirin'
16:25 Hêzên TSK û MSO’ê êrîşî Til Rifatê kirin: 9 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn
15:44 Xwişka Selahattîn Demîrtaş: Kekê min ji ser hişê xwe çû û wî sewqî nexweşxaneyê nekirin
15:37 Konferansa Avhewayê ya NY'yê dest pê kir
15:36 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî: Êdî bi vê desthilatdariyê re rêwîtî kirin nabe
15:35 Parêzerê Amîrê polîsan: Muvekilê min ji eziyetê darizînin
14:37 Tirkiye beriya Civîna Bilind a NATO'yê peyam dan
14:08 Kurtulan: Îqtîdar dijminantiya rojnamegeran dike
14:03 Li Wêranşarê reya 2 mehî hilweşiya
13:37 Bi hênceta ‘Fermana jorê heye’ encûmenan bernedan hundir
13:36 Li Amedê Sempozyûma TMMOB’ê ya Enerjiyê
13:00 Hevşaredarên Rêya Armûşê sewqî Erziromê kirin
12:50 Li Şaredariya Rezane qeyûm şermezar kirin
11:30 ‘103 Kevokên Aştiyê’ li ser daran neqş dikin
11:05 Li Sêrtê 11 kes hatin berdan
10:55 Bi sûcdariya ‘êrîşa zayendî’ 26 sal ceza li Miftiyê Hezro hat birîn
10:52 Malbatê kirin serşokê û 2 birayan binçav kirin
10:22 Di ser bombekirina Ozgur Ulke re 25 sal borîn: Ew agir her kesî dişewitîne
09:48 Newaya Jin bi manşeta 'Raperîn Heye' derket
09:09 Xêzevanê Zrîngê Mam Cîcî: Ziman pêwistiya dewama jiyanê ye
09:01 Derûnnas Sevîmlî: Çanda tirsê dibe sedema întîxaran
09:01 Koçerên ji zozanan vegeriyan li Hezexê konên xwe vedan
09:01 Li qûntarê Çiyayê Mawayê etarê dawî!
09:01 Ji ber wêne, îşaret û remzê doz li malbatan hat vekirin
09:00 Boyraz: Astengdar qûrbaniyên feraseta şaş a Tirkiyê ne
09:00 ‘Penaber tên şêlandin’
09:00 Baroya Agirî: Agahiya me ji biryara ‘qedexeya’ Walîtiyê nîne
09:00 ROJEVA 02'Ê KANÛNA 2019'AN
01/12/2019
17:32 Li Qoserê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya vekirin
16:55 Temellî: Navnîşana çareseriyê Îmralî ye
15:58 Înîsiyatifa Heq: 780 zarok di girtîgehê de ne
15:27 Parlamentera HDP’ê Îmîr: Me dîroka berxwedanê nivîsî
15:15 QSD: Êrîş û tevgera balafirên keşfê li herêmê didomin
14:57 Dayikên Aştiyê: 30 kesên di bin çavan de serbest berdin
14:18 Parezeran bi nûçegîhanên me Topaloglu û Eser re hevdîtin kirin
12:37 Dest danîn ser pasaporta Hasan Cemal
12:33 Li Sûrê ketina 6 taxan Hezar û 461 rojin qedexe ye
11:07 Girtîyên di grevê de name şandin: Heta daxwazên me pêk bên çalakiya me dê bidome
09:10 Li Agiriyê 'qedexe' tenê ji bo HDP'ê hene!
09:08 Li Girtîgeha Panosê girtî ji ber ava vexwarinê nexweş ketine
09:07 Bahçelî gotibû 'Lazistan tuneye', lê ji budçeya meaş didin keça wekîlê Lazistanê
09:05 'Em ê tawiz ji helwesta xwe ya hunerî nedin'
09:04 Hem hat îşkencekirin hem jî ceza lê hat birîn!
09:03 Dadgeh: Mazlûm Tûran ê 16 salî hedef hatiye girtin
09:01 Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ava bû
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2019'AN
08:45 Polîsan dayika Ahmet Atakan ê di bûyerên Gezî de hat kuştin, binçav kir
08:06 Li ser daxwaza dozger 10 HDP û DBP'iyên din girtin
30/11/2019
17:31 Li Nisêbînê teqîn: 2 polîs birîndar bûn
16:58 Mala Çandê ya Çilkezî vebû
16:43 Ji bo girtiyê jêre gotin ‘Tu tiştekê te tuneye’ teşhîsa penceşêrê hat kirin
16:41 Rêveberiya nû ya DBP'ê diyar bû
16:24 Prz. Ertekîn: Dîroka Tirkiye dîroka cînayetên parêzeran e
15:51 Wekîla HDP’ê Gunay: AKP’ê xesp kiriye rêbazeke polîtîkayên xwe
15:46 ÎRA: Rojnamegeran bi lez serbest berdin
15:38 Berdana girtiyê nexweş Turkmen xwestin
15:20 Xizmên windayan: Em ê failên Tahîr Elçî bibînin
14:54 Hevserokên Giştî yên DBP’ê yên nû Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir
14:53 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Tahîr Elçî derkevin holê
14:35 Pervîn Buldan: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bi dawî bibe
14:33 Koçyîgît: Pêşxistina serhildanan berpirsiyartiyeke dîrokî ye
Ozturk: Em ê aştiyeke birûmet ava bikin
14:12 7 kesên ku li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:11 Sebahat Tuncel: Dem, dema destpêkirinek bi hêz e
Arslan: Bi şer bersîv dan peyama Ocalan a aştiyê
14:04 Polîsan ji bo binçavkirina ciwanê di bin çavan de bi ser malê de girtin
13:35 Xwestin kesên ku hatine binçavkirin bên berdan
13:25 Şanoya Bajarê Amedê bernameya xwe ya meha Kanûnê aşkere kir
13:07 Hesabên Şaredariya Qersê desteserî bûn
13:00 Walîtiya Dîlokê heya 15 rojan çalakî qedexe kirin
12:23 Kongreya DBP’ê bi peyama ‘Yekitiya Neteweyî’ dest pê kir
12:13 Hesabên Amerîka û Rûsya Şerê Sûriyeyê kûrtir dike
12:12 24 saetan hevdîtina parêzeran li nûçegîhanan me qedexe kirin
11:43 Rejîma Îranê Rojnamegera Kurd Çiraxî binçav kirin
11:18 Hejmara 3'yemîn a 'Zrîng' derket
10:52 DAIŞ’ê êrîşê gundeki Kifrîyê kirin: 3 kesan jiyanra xwe ji dest dan
10:31 'Întîxar encama krîza aborî ye'
10:29 Qertê çapemeniyê yê 685 rojnamegeran hatin betalkirin
10:14 Ceyrana hezar û 453 cotkaran qut kirin
09:18 Warê nan, nan ji derve dikire: Di 18 salan de 52 milyon ton genim ji derve kirî
09:14 Ji ber ku saziyeke perwerdeyê derabeya xwe girt xwendekar û mamoste li holê man
09:12 Rojnamevan Sayilgan: Di nêz de ez ê dîsa binivîsim
09:12 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Wê nikaribin têkoşîna demokratîk asteng bikin