ANTALYA – Devrîm Ayik a pençeşêr lê peyda bûye jî di nav de, derbarê 4 jê girtî 12 xwendekaran de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin. Di îdianameyê de tevlêbûna ji bo şahiya Newrozê, gotina stranên kurdî, li girtîgehê serdana girtiyan delîl hatin hesibandin.
Serdozgeriya Antalyayê, Devrîm Ayik a pençeşêr lê peyda bûye jî di nav de derbarê 4 jê girtî 12 xwendekarên zanîngehê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Antalyayê jî îdianame qebûl kir.
Wê danişîna ewil di 8'ê Çileya 2020'an de pêk bê.
Di îdianameyê de xeberdana xwendekaran a bi telefonan jî cih girtiye. Her wiha dozgeriyê di îdianameyê de tevlîbûna xwendekaran a ji bo Newroza 2018'an jî delîl hesibandiye. Di îdianameyê de beyanên kesekî tevlî nav PKK'ê bûye û paşê bûye îtirafkar jî cih girtin. Ji xeynî vê dozgeriyê çûyîna girtîgehê ya Abdûllah Aktaş ku ji bo serdana hevalekî xwe çûye Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê jî sûcc hesibandinye û strana "Mervano" ku xwendekaran jî delîl hesibandiye.
Dozgeriyê, di îdianameyê de derpş kiriye ku xwendekar di nav Tevgera Ciwanan a Şorşeger (DGH) de cih girtiye û wan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tawanbar kiriye.
MA / Hamdûllah Kesen