* Ji dîrokê heya niha desthilatdarî tu carî nebûye awayê rêveberiya civakê ya bi şêweya wekheviyê. Her tim hewl daye civakê bifetisîne û qanunên xwe bi awayekî yekreng û yekdeng bi rê ve bibe. Niha tiştên di hikumeta Iraqê de diqewimin jî heman tişt in. Desthilatdar, ji bo kursiya xwe de berpirsyariyên xwe yên ji bo gel pêk naynin. Ji bo berdewamiya hikmên xwe, bi her awayî hevkariyê bi hev re dikin.
* Li Taxa Yalim Erez a navçeya Rêya Armûşê, sê birayên hev Şemsettîn, Hayrettîn û Cemal Okyay, saloqat ji bo firinan êzingan hûr dikin. Her sê bira rojê bi 50 lîreyî êzingan hûr dikin.
* Parazvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştibûn. Piştî bûyerê ji malbata Şenyaşar Fadil Şenyaşar jî hatibû girtinç Dayik Emîne Şenyaşar xwest kurê wê bê berdan.
* Devrîm Ayik a pençeşêr lê peyda bûye jî di nav de, derbarê 4 jê girtî 12 xwendekaran de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin. Di îdianameyê de tevlêbûna ji bo şahiya Newrozê, gotina stranên kurdî, li girtîgehê serdana girtiyan delîl hatin hesibandin.
* Parlemneterê HDP'ê yê Antalyayaê Kemal Bulbul, anî ziman ku AKP bi êrîşên xwe yên hem li derve hem jî li hundir dixwaze kurdan tecrîd bike û got: "Dewlet, qanûnên xwe bin pê dike û sûc dike."
* Şaredariyên HDP'î yên qeyûm tayînî wan nehatine kirin, ji ber deynên qeyûmên berê nikarin bixebitin. Wekî Şaredariya Qersê, saziyên fermî û fîrmayên taybet ji bo deynên xwe ketine dorê û ji ber vê xizmetên şaredariyê hemû hatine blokekirin.
* Di sala 2017'an de li Westanê gundiyên kuvark berhev dikirin hatibûn îşkencekirin. Piştî gundiyan gilî kiribû, derbarê polîsê bi navê O.Ş. de doz hatibû vekirin û dadgeha herêmê beraat dabû. Lê belê Dadgeha Îstinafê ya Erziromê ji bo biryara dadgeha herêmî got, "derî qanûnê ye" û biryar xera kir. Wê doz ji nû ve dest pê bike.
* Nûnerê Hewldana Jiyandina Heskîfê Alî Ergul, anî ziman ku her diçe bandora rûxîner a Bendava Ilisûyê zêde dibe û got: "Em israra dewletê dibînin, lê belê divê parazvanên jiyanê careke din dengê xwe bilind bikin."
* Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk bertek nîşanî zextên li ser rojnamevanan da û got: “Kuştinê gav bi çapemeniya azad paş de neda avêtin, di salên dawî de dixwazin bi girtinê ‘terbiye’ bikin.” Hevdîrektorê MLSA’yê Parêzer Veysel Ok jî diyar kir ku rojnameger bi dest dirêjiya darazê re rû bi rû dimînin û banga hestiyariyê kir.
* Piştî şevê din îfadeya nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Sadiye Eser û Sadik Topaloglu yên çar roj berê hatin binçavkirin, hat girtin; tê payîn ku îro di nava rojê de wan sewqî edliyê bikin.
* Rojnameya Yeni Yaşam, bi minasebeta 25'emîn salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulke dê li pêş avahiya wê ya hat bombekirin a Kadirga daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Piştre biçin li ser gora Ersîn Yildiz a li Yeşilpinarê wî bibîr bînin. (11.00)
* DÎSK, bi boneya balê bikişîne ser meaşê herî kêm dê li odeya Mîmaran a Stenbolê ya TMMOB'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, dê îro li meclîsê civîna koma partiya xwe pêk bîne. (12.45)
* Rêxistina SYKP'ê ya Mêrsînê bi boneya balê bikişîne ser pirsgirêka krîza aborî dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Danişîna doza 17' jê zarok 70 kesên piştî qedexeya derketina kolanan a li Navçeya Nisêbîne hatin binçavkirin û girtin dê li Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam bike. (10.00 - 17-00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, dê li Wanê bi nûnerên Rêxistin û Saziyên sivîl re kom bibe û li ser aboriyê niqaş bike. (13.00)