STENBOL – Xwişk û parêzera Selahattîn Demîrtaş, Aygul Demîrtaş ragihand ku kekê wê Demîrtaş di 26’ê mijdarê de ji ser hişê xwe çûye û 7 roj ranekerine nexweşxaneyê.
Xwişk û parêzera Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin, Aygul Demîrtaş di hesabê medya xwe ya civakî Twîtterê de têkildarî nexweşîna kekê xwe daxuyanî da. Aygul Demîrtaş da zanîn ku kekê wê Demîrtaş krîza dil derbas kiriye û wiha got: “Di 26’ê Mijdarê de saet li derdora 05.30’an miwekîlê me û kekê min Selahattîn Demîrtaş ji sînga xwe aciz bûye û bêhna wî çikiyaye. Li ser vê yekê ji ser hişê xwe çûye. Demek dirêj ji ser hişê xwe çûyî li hucreyê hevalê wî Birêz Abdullah Zeydan mudaxeleyî ewilî kiriye.”
‘TALÛKEYA JIYANÎ HEYE’
Aygul Demîrtaş di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Pişt re bang li ambûlansê hatiye kirin. Tenê EKG lê hatiye kirin. Miwekîlê me li şûna serwîsa lezgîn ji bo klînîka mudaxeleyek berfireh û dermankirinê sewqa xwe xwestiye. Bijîşkê girtîgehê jî xwestiye ku Demîrtaş sewqî kardiyolojî, norolojî û gastroenteroloji were kirin. Em jî wek parêzerên wî bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk aniye û me ji wan xwest ku wî demildest rakin nexweşxaneyê. Lê piştî 7 roj bi ser re derbas bûye Demîrtaş ranekirine nexweşxaneyê. Li gel ewqas nexweşînek ku pirsgirêka wê girane jî ranekirina nexweşxaneyê pir eşkere tê wateya ku talûkeya jiyanî zêde ye.”
‘EM NAXWAZIN AGAHIYEK NEYÎNÎ BIBIHÎZIN’
Aygul Demîrtaş di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Dîl girtina siyasî ya Selahattîn Demîrtaş hema bêje veguherandina mudaxeleyek mafê jiyana wî. Em têkildarî tenduristiya Demîrtaş tiştek neyînî ya biçûk jî naxwazin bibihîzin. Wê nikaribin ji bin berpirsiyariya vê û gunehê wê derkevin. Em rewşa wî ji nêz ve dişopînin. Hevalên me yên parêzer li Edîrneyê ne û em 24 saet geşedanan dişopînin.”
KARAMAN: MAFÊ DERMANKIRINA DEMÎRTAŞ TÊ ASTENGKIRIN
Ji parêzerên Demîrtaş, Mahsûnî Karaman jî wiha got: “Bijîşkê girtîgehê li gel rapora ‘tetkîka pêş hewce ye’ jî bi hênceta ‘ewlehiy’ rêbaza paşde xistinê pêk tîne. Em gelek bi fikar in. Dibe ku rewşa 7 roj berê dîsa were serî miwekîlê me. Mafê dermankirina Demîrtaş tê astengkirin.”
HDP’Ê BANGA LEZGÎNÎ LI WEZARETA DADÊ KIR
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî têkildarî rewşa Demîrtaş daxuyanî dan û banga lezgînî li Wezareta Dadê kirin. Daxuyaniya hevserokên HDP’ê wiha ye: “Têkildarî tenduristiya Birêz Demîrtaş rewşa dawî çi ye? Çima sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin? Divê demildest ji bo dermankirina Demîrtaş kar û barê hewceyî ji bo nexweşxaneyek teşekul were kirin. Pêkneanîna vê yekê ya heta niha nayê qeûlkirin û hemû berpirsiyarî ya rayedaran e.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê şandeyek HDP’ê ji bo rewşa Demîrtaş biçe Girtîgeha Edîrneyê.