MÊRDÎN - Danişîna doza 11 kesên di navde Midûrê Polîsan ê Nisêbinê Kadir Şen û amîrên Şaxên TEM û KOM'ê jî hene, yên ku bi sûcdariya di serdema qedexeya kolanan a Nisîbînê de “Tora Sûc" ava kirine tên darizandin hat dîtin. Parezêr Amîrê Polîsan ê girtî têdarizandin, xwest muvekkilê wî ne ji sûcê îşkenceyê, ji "sûcê eziyetê" darizînin.
2'emîn danişîna doza 11 polîsên ku li Nisêbînê di serdena qedexeyan de "Tora Sûc" ava kirine tên darizandin hat dîtin. Midûrê Polîsan ê Nisêbînê Kadir Şen, Amîrê Şaxa Têkoşîna Bi Terorê (TEM) ya Nisêbînê Unal Uyar, Amîrê Koma Têkoşîna Sûcên Organîze û Kaçakvaniyê (KOM) Serkan Bekir Aşali û Sercerdevanê Gundê Çaglarê Fikret Aslan jî di navde 1 jê girtî 11 kes li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hatin darizandin. 11 kesên bi sucdariya avakirina şebekeyan, gef û şantaja li dijî mirovan, di bin çavan de îşkence, bi îşkenceyê stendina xeracê hatin darizandin. Li salona dadgehê Amîrê Şaxa TEM'ê Unal Uyar û bersûcê serbest tê darizandin Midûrê Polîsan ê Nisêbînê yê berê Kadir Şen, Sercerdevanê Gundê Çaglarê Fikret Aslan û hevkarê wan Murat Turan, Sami Oz, Suleyman Aslan û Mehmet Salih Başak li salonê amade bûn.
Parazvanê Unal Uyar, polîs Umit Înan Ekinci û Sedat Ozdemir û Amîrê KOM'ê Serkan Bekir Aşalîe jî ji bajarên xwe bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. Dîsa parêzerên mexdûran jî amade bûn. Danişîn piştî tespîta nasnameyan dest pê kir. Ewil Amîrê KOM'ê Serkan Bekir Aşalî parastin kir.
Bersûc polîs Umit Înan Ekincî jî parastin kir û diyar kir ku weki polîsê hêzên çevik kar kiriye û wiha got: "Bêyî erkdariya fermî hebe min parastina Unal Uyar dikir. "Ez dizanim kesê muştekî di operasyonarêxistinê de hatibû binçavkirin. Li ser daxwaza Unal Uyar ez çûm cem kesên hatin binçavkirin. Ez nizanim ka muştekî birin ya na. Min kes nebin daîreya kazanê. Min îşkence nekir."
Midûrê Şaxa TEM'ê Unal Uyar jî sûcdarî qebûl nekirine. Herî dawî Midûrê Polîsan ê Nisêbînê Kadir Şen jî parastin kir. Şen li ser tayînkirina qeyûm a 11'ê Îlona 2016'an parastin kir. Şen anî ziman ku dema diroka tayînkirina Qeyûmê li ber çavan digirin bûyer 4-5 meh beriya qeyûm pêk hatiye û wiha got: "Min û Fikret Aslan di serê cotmeha 2016'an de hev nas kir. Kes diyar dike ku piştî min 300 hezar dolar ji wî stendiye, 50 roj şûnde hatiye binçavkirin. Li min kompo hatiye avakirin. Dema di 1'ê Hezîrana 2018'an de bang li min kirin û îfadeya min stendin ez agahdar bûm. Pîyeya min ketiye bin pîyan."
Parêzerê Unal jî xwest muvekkîlê wi beraet bikin. Bersûc polîs Sedat Ozdemir jî sûcê li ser xwe red kir.
DOZGER XWEST GIRTÎ BÊN DARIZANDIN
Dozger jî xwest Unal Uyar girtî bê darizandin.
Parêzerê bersûc Uyar jî îdîayên îşkenceyê red kir û xwest tenê ji sucdariya ezîyetê bê cezakirin.
Heyetê danişîna dozê taloqi 27'ê çileya 2020'an kir.