AMED – Endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî xwestin beşdarî civîna mahena ya Şaredariya Yenîşehîrê bibin, lê bi hênceta “Fermana jorê heye” bernedan hundir.
Hevşaredara Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê Belgîn Dîken di 13’ê mijdarê de li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî ji wezîfeyê hat girtin û qeymeqamê navçeyê Murat Beşîkcî wek qeyûm hatibû tayînkirin. Ji tayînkirina qeyûm û vir ve endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî bernadin hundir.
‘FERMANA JORÊ HEYE’
Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Devîren û endamên Meclîsê îro bi boneya beşdarî civîna mehane ya Meclîsa Şaredariyê bibin lê li ber avahiya şaredariyê polîsan destûr neda derbasî hundir bibin. Polîsan ji hevşaredar û endamên Meclîsê re bi hênceta “Fermana jorê heye” wan bernedan hundir.
DÊ GILÎ BIKIN
Hevşaredar Mehmet Devîren û 22 endamên Meclîsê têkildarî astengkirinê teblîgat xwestin û diyar kirin ku ew ê têkildarî mijarê gilî bikin.