WAN - Hevşaredarên Rêya Armûşê Şehsade Kurt û Azîm Yacan ên qeyûm tayînî cihê wan hat kirin, sewqî Erziromê kirin.
Hevşaredarên Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Şehsade Kurt û Azîm Yacan ên di 8’ê Mijdarê de li Wanê hatin binçavkirin û qeyûm tayînê cihê wan hat kirin û di 11’ê Mijdarê de jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê” hatin girtin, ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê hatin kirin.
Hat diyar kirin ku hevşaredar di 30’ê Mijdarê de roja înê hatine sewqkirin û bi hinceta “ewlekariyê” agahî ji bo malbat û parêzeran nehatiye dayîn.