AMED - Qeyûm tayînê cihê endamên meclîsa Şaredariya HDP’ê yên Rezanê kirin, hat şermezarkirin. Endamên meclîsê di şarederiyê de daxuyanî dan û gotin: “Kes û saziyên xwediyên van pêkanînan, tu rewabûna wan a demokratîk nemaye.”
Endamên Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Şaredariya Navçeya Rezan a Amedê, derbarê tayînkirina qeyûman a cihê 6 endamên meclîsê û ji peywirê girtin de, daxuyanî dan çapemeniyê.
Daxuyanî li Salona Civînê ya Meclîsa Şaredariyê hat dayîn. Endama Şaredariya Rezane Evîn Yelboga daxuyanî xwend. Yelboga, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: “Em ê bêdeng nemînin, em ê ne rawestin.” Yelboga, da zanîn ku wan di hilbijartina 31’ê Adarê de, 116 hezar û 319 deng girtin û wiha axivî: “Me hem serokatiya şaredariyê qezenc kir û hem jî, 30 endamên meclîsê me qezenc kirin. Hevalên me Zeyyat Ceylan û Zubeyde Zumrut Hevserokatiya Şaredariyê qezenc kirin, lê ji aliyê YSK’ê ve bi awayekê bêhiqûq peywira wan hat xespkirin û Huseyîn Beyoglû yê ji sedî 25,46 deng girtibû weke qeyûm tayîn kir. Ev rewş hem di warê hiqûqî û hem jî di warê wijdanî de darbeyek mezine. Weke ku kenê xwe bi vîna gel bikin, serokatiya şaredariyê dan namzetê rêza duyemin ê ku gel wî naxwaze.”
‘EM Ê TU CARÎ QEBÛL NEKIN’
Yelboga, bal kişand ser 6 endamên meclîsê yên ji peywirê hatin girtin jî û wiha bilêv kir: “Îro li dijî meclîsa şaredariyê jî dest bi operasyonên siyasî kirine. Bi van operasyonan dixwazin darbeyek nû li vîna gelê Rezane bidin. Bi aşkere em dibêjin ku ev ne tenê pirsgirêka HDP’ê û gelê Kurde. Ev pirsgirêk, pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîke. Bêdeng nemîn in, bêdengbûn hevkariye. Kes û saziyên xwediyên van pêkanînan, tu rewabûna wan a demokratîk nemaye. Gelê me wê tu carî van pêkanîna qebûl neke û nake jî.”