AMED - Ji bo Miftiyê Hezro yê berê Îsmaîl Kaya yê tecawizê jineke ku di Qursa Quranê de dixebitî kir, 26 sal, 2 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat birîn.
Miftiyê Navçeya Hezro ya Amedê Îsmaîl Kaya, bi sûcdariya tecawizê Berpirsiyara Kulliyeya Hafiztiyê ya Qursa Quranê ya Keçikan a Hamîdiyeyê ku vekirina wê ji aliyê Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu ve hatibû kirin H.Y. kir, hat girtin. Danişîna biryarê ya doza derbarê bavê 6 zarokan miftî Kaya de hatibû vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat di 28’ê Mijdarê de hat dîtin.
Dadgehê 26 sal, 2 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li miftî Îsmaîl Kaya birî û şand girtîgehê.
Piştî ku mexdur H.Y. di 29’ê Gulanê de, li Serdozgeriya Kamarê ya Amedê giliyê miftî Kaya kir, bûyer derketibû holê û Serdozgeriyê derbarê Kaya de dest bi lêpirsînê kiribû. Miftî Îsmaîl Kaya li ser vê yekê di 30’ê Gulanê de hatibû binçavkirin û sûcdariyên li ser xwe qebûl nekiribûn. H.Y. jî ji ber zext û gefan di 31’ê Gulanê de gilîkirina xwe paşve kişandibû. Bersûc ji ber vê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê di 31’ê Gulanê de bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.
Wezareta Karê Diyanetê jî, di çarçoveya lêpirsîna bi rêve bir de, H.Y. û Îsmaîl Kaya ji peywirê girtibûn.
DOZA ÇEMAWERÎ HATIBÛ VEKIRIN
Wezareta Karê Diyanetê ligel H.Y. gilîkirina xwe paşve kişand jî, derbarê miftî Kaya de doza çemaweriyê vekir. Îdîanameya hat amedekirin ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatibû qebûlkirin.
26 SAL, 2 MEH Û 15 ROJ CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ
Danişîna biryarê ya doza derbarê bavê 6 zarokan miftî Kaya de hatibû vekirin 28’ê Mijdrê de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên Wezareta Karê Malbat, Xebat û Civakî beşdarî danişînê bûn. Şandeya dadgehê, bi sûcdariya “êrîşa zayendî” 17 sal û 6 meh, bi sûcdariya “kes ji azadiya wê bêpar kirinê” 5 sal û 7 meh û ji sûcdariya “şantajê” jî, 3 sal û 15 roj û cezaya pere yê 187 rojan li miftî Kaya birî. Dadgehê li ser vê yekê biryara girtinê ji bo Kaya da û şand girtîgehê.