AMED - Li navçeya Sûrê polisan ku bi ser malekê de girtin, malbatê kirin serşokê û derî bi ser wan de radan û birayên bi navê Mazlûm û Mahîr Çîçek binçav kirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê polisan bi ser malekê de girt. Polisan di serdegirtinê de malbatê bi darê zorê kirin serşokê û derî bi ser wan de radan. Piştî vê yekê li malê lêgerîn pêk anîn û malê ji hev belawela kirin. Piştî lêgerînê her pênç telefonên li malê destser kirin û birayên bi navê Mazlûm (27) û Mahîr Çîçek (25) bi derbkirinê binçav kirin.
Birayên Çîçek ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn, polisan bi xwe re bir Miduriyeta Polisan a Amedê.